Li Cizîr û Kobanê gelek gund hatin rizgarkirin
Li başûrrojavayê Serêkaniyê hêzên YPG/YPJ'ê her bi pêş ve diçin. Li vê herêmê û li Kantona Cizîrê di encama operasyonên duh ên li dijî çeteyên DAIŞ'ê de gelek gund hatin rizgarkirin.
Li başûrrojavayê Serêkaniyê hêzên YPG/YPJ'ê her bi pêş ve diçin. Li vê herêmê û li Kantona Cizîrê di encama operasyonên duh ên li dijî çeteyên DAIŞ'ê de gelek gund hatin rizgarkirin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê li ser encamên dawî yên Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya li Cizîrê û operasyonên li Kobanê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Navendê diyar kir ku Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya ji bo rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê, di roja 23. de bi awayekî serketî dewam dike.
Navendê da xuyakirin ku hêzên YPG/YPJ'ê di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngavê de li başûrrojavayê Serêkaniyê bi pêş ve diçin û da zanîn uk gundên Rawiya û Til Xenzîr ên hatibûn dorpêçkirin, ji çeteyên DAIŞ'ê hatine paqijkirni.
Hat ragihandin, ku xebatên paqijkirina gundê Rawiya ji hezaran mayînên çeteyan dewam dikin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Hêzên me şevê din qadên li başûr û başûrrojavaye gundê Alya operasyonek lidar xistin. Di encama vê operasyonê de hêzên me li ser gundên Qitêm, Sûsa rojhilat û rojava, Ferhiyê û Ferhiyê yên rojhilat, gundikên Mûbarek, Şamiyê, Dawid Elî û çend gundikên navê wan nehatiye zelalkirin, dîsa meqleayek serweriya xwe çekirin. Xebatên lêgerîne li van qadan hîn jî didomin."
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku di roja 256. a berxwedana Kobanê de jî hêzên YPG/YPJ'ê duh li rojhilatê Kobanê derketine operasyonê û di encamê de gundên Bîrhebêş, Bîrerêp a jêrîn û jorîn ji çeteyan rizgar kirine. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li vê qadê nehat zelalkirin.
Navendê diyar kir ku hêzên YPG/YPJ'ê li vê qadê tevî 2 termên çeteyan dest danîn li ser topeke hawana 120 mm, doçkyeke 14,5 mm, 3 kleş, 1 BKC, 1 roketavêja B7 û 5 guleyên roketavêja B7, 500 fîşekên BKC, 4 rext, 1 dûrbîn, 1 dûrbîna şevê û 2 bêtêlên çeteyan.
Navendê got, "Di navbera hêzên me yên ku xebatên lêgerîne berdewam dikin û komên çeteyan de li qadê cih bi cih pevçûn rû didin."