Dehfa DAIŞ'ê: Bihuşt a me ye, ax a wan e! - ÇAVDÊRÎ
Operasyona paqijkirina rojavayê Kantona Cizîrê, ku ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve di 6'ê Gulanê de bi navê Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo hat destpêkirin, dewam dike.
Operasyona paqijkirina rojavayê Kantona Cizîrê, ku ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve di 6'ê Gulanê de bi navê Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo hat destpêkirin, dewam dike.
Operasyona paqijkirina rojavayê Kantona Cizîrê, ku ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve di 6'ê Gulanê de bi navê Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo hat destpêkirin, dewam dike. Çeteyên DAIŞ'ê ku li hemberî dewletên Iraq û Sûriyeyê serketinê mezin bi dest xistin, li hemberî hêzên YPG/YPJ'ê windahiyên giran didin. Çeteya ku Çiyayê Kizwanê yê weke biryargehekê bikar dianî winda kir, ji bo têkçûna xwe rewa bike, dehfê dide endamên xwe yên biyanî.
JI BÊTÊLAN HEWL DIDIN HEV DU MOTÎVE BIKIN
Operasyona pqaijkirina Çiyayê Kizwanê û derdora wê ji çeteyên DAIŞ'ê dewam dike. Hêzên YPG'ê da xuyakirin, ku di vê operasyonê gundê Alya yê 25 kîlometre li bakurrojavayê Til Temirê ye, weke navenda herême berfireh tê zanîn, li ser rêya navneteweyî ya Cizîr Helebê ye û Heleb û Dêr Ez-Zorê bi hev ve girê dide, ji çeteyan paqij kiriye. Li ser vê yekê serçete (emîr) yên rêxistinê ji bo endamên xwe yên biyanî dehf bide ji bêtêlê ji wan re dibêjin "bihuşt a me ye, ax a wan e."
DÎMENÊN REVA ÇETEYAN
Di roja 8. a Pêngava Fermandar Rûbar de, bi dîmenên reva çeteyên DAIŞ'ê yên hatin kişandin re rewşa wan a li Kantona Cizîrê derketibû holê. Her wiha çeteyên ku dor li wan hatibûn girtin, ji bo deriyekî ji xwe re vekin, bi wesayîtên bombebarkirî êrîşî mewziyên şervanên YPG/YPJ'ê dikirin. Lê belê ti encam ji van êrîşan bi dest nexistin. Di roja 15. a Pêngava Fermanar Rûbar Qamişlo de Çiyayê Kizwanê hat azadkirin.
GENGAZIYA KOMKUJIYÊN NÛ
Li gorî hin agahiyan, çeteyên DAIŞ'ê ji bo çeteyên biyanî motîve bikin, têkçûna xwe ya li herêma Cizîrê bi hin eşîrên Ereb ve girê didin. Çete dibêjin, 'Eger eşîrên Ereb li cem me cih bigirta, helwesta xwe ji bo me nîşan bida, em ê bi ser biketa. Ereban xiyanet li me kirin'. Bi vê gotinê re DAIŞ gengazî û xeteriya komkujiyên nû li gundên Ereban ên di bin dagirkeriya xwe de ye, zêde kir.
Tê zanîn ku DAIŞ sivîlên li gundên li herêma Mebrûkayê weke mertalên zindî bikar tînin, her wiha li gundê Ebû Şaxat ê Serêkaniyê ku şervanên YPG/YPJ'ê beriya du rojan azad kiribûn, wesayîta bombebarkirî di nava sivîlan de teqandibûn. Her wiha tê gotin ku li heman gundî şervanên YPG/YPJ'ê 35 sivîlên ji aliyê DAIŞ'ê ve esîr hatibûn girtin, rizgar kirine.