Mîhrîcana Ciwanan a Lorîent diyariyê berxwedana Kobanê û Şengalê hat kirin

Li bajarê Lorîent a rojavayê Fransayê, ciwanên Fransayê her sal Mîhrîcana Ciwanan pêk dianî û ya îsal diyariyê berxwedana Kobanê û Şengalê hat kirin.

Li bajarê Lorîent a rojavayê Fransayê, ciwanên Fransayê her sal Mîhrîcana Ciwanan pêk dianî û ya îsal diyariyê berxwedana Kobanê û Şengalê hat kirin.

Mîhrîcan li qada vekirî ya taxa Port de Peche  pêk hat û Kurdistanî bi rengên xwe beşdarî mîhrîcanê bûn.

Gelên Fransî û Broton bi piranî beşdar û Kurdan jî eleqeyek mezin dît.

Kurdan di mîhrîcanê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan buroşurên bi Fransî hatibûn amadekirin, belavkirin.

Wêneyên texrîbata ku DAIŞ’ê li Kobanê pêk aniye, hatin raxistin û alavên ku jinên Kurd bi destê xwe çêkiribûn, li standan hatin firotin û pereyê wê dan nûnerên Heyva Sor.

...