Şervana YPJ'ê Tanrikûlû li Swîsreyê hat bîranîn

Şervana YPJ'ê Salîha Tanrikûlû (Savuşka Spêrtî) ku li bajarê Serêkaniyê ji ber qezayekê birîndar û û tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin, lib ajarê Swîsre Frîboûrgê hat bîranîn.

Şervana YPJ'ê Salîha Tanrikûlû (Savuşka Spêrtî) ku li bajarê Serêkaniyê ji ber qezayekê birîndar û û tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin, lib ajarê Swîsre Frîboûrgê hat bîranîn.

Şervana YPJ'ê Salîha Tanrikûlû (Savuşka Spêrtî) ku li bajarê Serêkaniyê ji ber qezayekê birîndar û li Nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin, li bajarê Swîsre Frîboûrgê hat bîranîn. Di merasîma bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Frîboûrgê de dotmam-pismamê Tanrikûlû yên li Frîboûrgê dijîn parêzer Rêzan Zehre û Ahmet Tanrikûlû tevî gelek Kurdistanî û dostên wan amade bû.

Parêzer Rêzan Zehre piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê mafê axaftinê girt û bal kişand ser kesayetiya têkoşer a Tanrikûlû. Zehre got, "Têkoşîna azadiyê bi saya berxwedanên bêhempa xwe gihand roja îro. Divê em hemû baş bizanibin ku hebûna gel û nuqteya gihaştiye, bi saya berdêla hin kesan e." Zehre destnîşan kir ku Tanrikûlû wê her tim di têkoşîna gelê Kurd de bijî.

Piştî axaftinan merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.