Ji bo pirtûkxaneya Sûrê diyariyeke hêja

Nivîskar Şeyhmûs Dîken û karsaz Davût Okutçu, ji bo pirtûkxaneya Davût Okutçu ya girêdayî Şaredariya Sûrê 335 pirtûkên bi derfetên xwe berhev kirin, kirin diyarî.

Nivîskar Şeyhmûs Dîken û karsaz Davût Okutçu, ji bo pirtûkxaneya Davût Okutçu ya girêdayî Şaredariya Sûrê pirtûk diyarî kirin.  Dîken û Okutçu 335 pirtûkên ku bi îmkanên xwe yên şexsî dabûn hev ji bo pirtûkxaneya zarokan a  Davût Okutçu ya girêdayî şaredariya Sûrê re kirin diyarî. 

Ji bilî nivîskar Şeyhmûs Dîken, hevşaredarê Sûrê Fatma Şik, alîkarê hevşaredar M. Ali Altınkaynak û nivîskar Leyla Aytek jî tevlî merasîma radestkirina pirtûkan bû. 

Dîken di axaftina xwe ya li vir de got: "Ev pirtûkxane di sala 2007'an de ji alî şaredariya Sûrê ve hate vekirin û em vê yekê wekî karekî girîng û pêwîste dibînin ji ber ku hewcedariya her kesî bi xwendinê heye.  Her wiha hewcedarî bi avakirina pirtûkxaneyê wiha heye. Bi rastî jî divê ev çalakiyên wiha her berdewam bikin yên ji bo jinan, ciwanan û zarokan û ji alî tevgera gelê kurd a siyasî ve wekî hewcedariyekê were dîtin û destekkirin. Lewre şaredariya Sûrê jî li gorî wê hewcedariyê nêzîkatiyeke wiha girîng kir û ev pirtûkxane vekir û baş bû ku wiha kir. Birêz Davût Okutçu ku kedeke wî ya mezin di vî karî de heye ji dema damezrandina wê de her ku tê Amedê bê guman serdana vê pirtûkxaneyê dike û vaye hûn dibînin vê serdanê jî 335 pirtûkên ji 5 weşanxaneyan hatine hilbijartin û ji bo pirtûkxaneya zarokan a şareariya Sûrê hatiye diyarîkirin."

Şik Barût jî der barê mijarê de wiha got: "Beriya heşt salan ev pirtûkxane bi saya alîkariya wan kesên rêzdar vebû û karê xwe heta niha berdewam dike, lewre li vir dîsa ez spasiya wan dikim ji bo vî karê hêja. Ji bo me zarok beşeke herî girîng ên vê jiyana me ne. Em her dibêjin zarokên me pêşeroj û siberoja me ne.  Bê guman diyariya herî hêja ji bo van zarokên ku pêşeroja me ne, zanîn e. Lewre jî heta ku ji destê me tê em vê zanînê û agahiyan ji zarokên xwe û pirtûkxaneyan wan re pêşkêş dikin. 

Îro jî ev 335 pirtûk wê roleke girîng di rêya ronîkirina pêşeroja van zarokan de bilîze. Em li vê derê dîsa bang li her kesî dikin ku bila keda wan jî di vî karê girîng de hebe, bila her kes van pirtûkxaneyên me bi pirtûkan zengîntir bike û hewcedariya zarokên Sûrê bi vê pirtûkxaneyê heye û di asta herî jor de hemû xwendekarên nava Sûran sûdê ji vê pirtûkxaneyê dibînin."

"WEKE ŞAREDARÎ ME 900 PIRTÛK KIRÎN"

Şik Barût di berdewamiya axaftina xwe de got, "Me wekî şaredariya Sûrê ji fûara pirtûkan a ku berî çend rojan li Amedê pêk hat, me 900 pirtûkên kurdî û tirkî kirîn. Me beşek ji wan pirtûkan da pirtûkxaneya xwe ya Davût Okutçu, beşek jî me da pirtûkxaneya şaredariyê ya Melîk Ahmet û beşekî jî emê bidin pirtûkxaneya xwe ya Bagivarê. 

Her wiha xebatên me yên ji bo pêşxistina van pirtûkxaneyên zarokan berdewam dikin û em dixwazin ku bi rengekî bêtir pêşketî xizmeta zarokên xwe bikin û pirtûkxaneyên xwe nûjentir bikin. Wekî din jî em difikirin ku beşeke taybet ji bo zarokên xwe yên temenê wan 0-3 û 6 salî jî vekin."

...