Nasnameya şervanekî YPG’ê hat aşkerakirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya cangoriyekî azadiyê ku di berxwedana Kobanê de birîndar bibû û di 22’yê Gulanê de jiyana xwe ji dest da, aşkera kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê YPG’ê eşkere kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Piştî berxwedaniyek mezin a bêhempa li hemberî çeteyên DAIŞ’ê di dîroka 20-5-2015’an de heval Gerîla li Gundê Qel Heda birîndar dibe. Ji bu tedawiya heval Gerîla ew derbasî Başûrê Kurdistanê kirin. Lê tevî hemu hewldanên bijîşkan, ji ber birîndariya wî giran bû, nehate rizgarkirin û di dîroka 22’ê Gulana 2015’an gihîşt asta şehadetê.”
Nasnameya şervanê YPG’ê wiha ye:
Necmettîn Tekîn ê bi nasnav Gerîlla Sarim li Licê ya Amedê ji dayik bûye li Kobanê birîndar û 22’ê Gulanê li Bakurê Kurdistanê di nexweşxaneya dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.