Li Saûerlandê Meclîsa Gel û Komuna Jinê ya Arjîn hat ragihandin
Li bajarê Elmanya Saûerlandê, Meclîsa Gel û Komuna Jinê ya Arjîn hat ragihandin.
Li bajarê Elmanya Saûerlandê, Meclîsa Gel û Komuna Jinê ya Arjîn hat ragihandin.

Li bajarê Elmanya Saûerlandê, Meclîsa Gel û Komuna Jinê ya Arjîn hat ragihandin.
Di kongreya bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir de dîwan hat hilbijartin. Di axaftinên li kongreyê de "Şehîdên Meha Gulanê", Hakî Karer, ji berxwedêrên Zîndana Amedê Ferhat Kûrtay û hevalên wî, Hozan Mizgîn û 54 gerîlayên ji aliyê PDK'ê ve hatin qetilkirin, hatin bîranîn.
Di axaftinên li kongreyê de bi taybetî bal hat kişandin ser girîngiya hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û hat destnîşankirin ku jinên Kurd pêwîste di meha Gulanê de bi xurtî beşdarî xebatên hilbijartinê bibin. Hat ragihandin ku ji bo derbasbûna HDP'ê ji benda hilbijartinê, divê hemû gel, bi taybetî jî jin bi ruhê seferberiyê bixebitin.
Li dû axaftinên li ser rewşa dawî ya siyasî, rapora xebatên salekê yên Meclîsa Gela Saûerlandê hat xwendin û hat nirxandin. Di axaftinan de bal hat kişandin ser girîngiya rêxistinbûyîna Kurdên li Ewropayê û di heman demê de Komuna Jinê ya Arjîn a Meschede hat îlankirin.
Piştî nirxandina raporan endam û hevserokên Meclîsa Saûerlandê hatin hilbijartin.