Li Înnsbruckê NCDK hat vekirin
Li bajarê Awûstûrya Înnsbruckê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hat vekirin.
Li bajarê Awûstûrya Înnsbruckê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hat vekirin.
Li bajarê Awûstûrya Înnsbruckê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hat vekirin. Di merasîma duh a vekirinê de Hevserokê FEYKOM'ê Rîchard Berger, hunermend Ergîn Xelîkan, Rodî, Aysel GOkalp, Tîja Dêrsim û Hesen Rojava jî amade bûn.
Li ser navê komeleyê Erkan Tekîn û li ser navê tevgera jinê Aysel Gokalp li vir axivîn.
Tekîn got, "Bi qasî 2 sal in komeleya me tinebû, ev yek ji bo me windahiyeke mezin bû. Bi vekirina komeleya xwe ya nû, bi hevalên xwe yên nû yên xebatkar re, em gelekî kêfxweş in." Tekîn anî ziman ku ew şagirtên Cemal Kavak in û ji bo hêjayî wî bin çi ji destê wan bê ew ê bikin. Tekîn bang li hemû Kurdan, derdorên demokratîk û her kesên nirxên Kurdistanî di dilê xwe de hildigirin kir ku di bin vê sîwanê de bicivin.
Aysel Gokalp jî bal kişand ser girîngiya xebatên jinê. Gokalp diyar kir ku eger li saziyekê xebatên jinê kêm be, di gihandina feraseta xizmetê û meşandina xebatên wê saziyê de kêmasî hene û destnîşan kir ku ji bo ji holê rakirina vê kêmasiyê ew ê ya ji destê wan tê bikin.
Rîchard Berger jî bal kişand ser girîngiya saziyên li Ewropayê û destnîşan kir ku divê nava van saziyan bê dagirtin. Berger got, "Li welatê me, dibe ku girîngtirîn hilbijartin tê kirin û mîna li tevahiya Ewropayê li Awûstûryayê jî bi fedekariyeke mezin xebat dewam dikin. Bi dîtina min divê saziya me ya li Înnsbruckê jî tavilê tevkariyê li vê xebatê bike."
Piştî axaftinan hunermendên beşdar berhemên xwe pêşkêş kirin û merasîma vekirinê bi gerandina govendê bi dawî bû.