YPG: Li Kobanê 4 gund hatin rizgarkirin
Di operasyonên YPG/YPJ'ê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê de, li Kantona Kobanê jî 4 gund ji çeteyan hatin paqijkirin. Çeteyên nikarin li ber YPG/YPJ'ê bisekinin, miroven sivîl ji xwe re dikin mertalên zindî.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi rêya malpera xwe ya înternetê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser bîlançoya dawî ya Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya li rojavayê Kantona Cizîrê û operasyonên paqijkirina derdora Kantona Kobanê, agahî da.
Navendê diyar kir ku Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin roja xwe ya 19. de bi serketî berdewam dike.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku operasyonên YPG/YPJ'ê yên li başûrrojavayê Serêkaniyê yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê dewam dikin û hat destnîşankirin, ku şeva berê 2 gundên li vê herêmê hatine rizgarkirin.
ÇETEYAN SIVÎL WEKE MERTALÊN ZINDÎ BIKAR ANÎN
Navendê da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî hêzên YPG/YPJ'ê derbên giran xwarin, mirovên sivîl dîl girtin û ji xwe re kirin mertal.
Hat gotin ku hêzên YPG/YPJ'ê ji bo mirovên sivîl zerarê nebînin tedbîrên berfireh girtine û di vê çarçoveyê de 30 mirovên sivîl ên ji aliyê çeteyan ve weke mertalên zindî dihatin bikaranîn, rizgar kirine.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Lê komên çeteyan ku ti pîvanên xwe yên exlaqî nînin, li vê qadê maşînekî tijî teqemenî di nava gelên me yên medenî de teqandin. Di encama vê teqandinê de 2 rêhevalên me û gelê me yên sivîl ku hejmare wan nehatiye zelal kirin hatin şehîd xistin. Operasyonên hêzên me yê li vê qadê berdewam dike."
LI KOBANÊ 4 GUND HATIN RIZGARKIRIN
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku di roja 252. a berxwedana Kobanê de jî li rojhilatê Kobanê hêzên YPG/YPJ'ê derketine operasyonê û di encama operasyonê de gundên bi navê Demircik ê mezin û biçûk, Mizxanê ya biçûk û Kerquling ji çeteyan hatine paqijkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên YPG/YPJ'ê di van gundan de maşînekî bombebarkir ya ku çeteyan dixwastin ji bo êrîşê bikar bînin, hatiye desteserkirin.
Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehat zelalkirin.