Şervanên YPG’ê ji aliyê hezaran ve hatin oxirkirin
Bi hezaran kesî cenazeyên 3 şervanên YPG’ê yên duh di berxwedana rizgarkirina gundên rojavayê kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.
Bi hezaran kesî cenazeyên 3 şervanên YPG’ê yên duh di berxwedana rizgarkirina gundên rojavayê kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.
Bi hezaran kesî cenazeyên 3 şervanên YPG’ê yên duh di berxwedana rizgarkirina gundên rojavayê kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.
Serokê Desteya Parastinê Ebdulkerîm Sarûxan, Serokê Desteya Karên Derve Ebdulkerîm Umer, Serokê Desteya Kar û Barê Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo, Seroka Desteya Darayî Remziya Mihemed, Serokê Desteya Kar û Barê Civakî Dijwar Ehmed, Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEM’ê Ferhad Dêrik, Seroka Desteya Çandê Bêrîvan Xalid, Serokê Desteya Karên Hundir Kenan Berekat, Cîgira Serokê Desteya Spor û Ciwanan Hemrîn Elî, Cîgirê Serokê Desteya Tenduristiyê Silêman Ehmed, Cîgirê Serokê Veguhestinê Ebas Xelo, Serokê Partiya Lîbralî ya Kurdistanê Ferhad Têlo, Nûnerên Saziya Malbatên Şehîdan, Saziyên Civakî yên sivîl jî di nav de bi hezaran kesî cenazeyên şervanên YPG’ê Ednan Salih (Doxan), Mihemed Zubêr (Rênas Qamişlo) û Xelîl Şahîn Xelîl (Reşo Qamişlo) ên duh di berxwedana rojavayê Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dan, ji Mala Gel a taxa Enteriyê ya Qamişlo wergirtin.
Girseya qelebalix ku posterên Rêberê Gelê Abdulah Ocalan û 3 şervanan vekirin, her wiha alên TEV-DEM, YPJ û YPG’ê hilgirtin û bê navber dirûşmên dilsoziya bi cangoriyan re berz dikirin, cenaze li ser milan kirin û ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve meşiyan.
Li goristanê merasîma leşkerî hate lidarxistin. Paşê Serokê Desteya Kar û Barê Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo axivî û bal kişand ser berxwedana hêzên YPG/YPJ’ê ya ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Rojava û pêkanîna edaleta civakî ya di navbera hemû pêkhateyan û got ku pêkhateyên herêmê dê bi hemû hêza destketiyên xwe biparêze.
Di merasîmê de endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Ferhad Dêrik axivî û da zanîn ku destkeftiyên Rojava bi saya berxwedana cangoriyên azadiyê pêk hatiye û got ku bi saya berxwedana şervanan wê hemû herêmên Rojava bêne rizgarkirin. Dêrik, bal kişand ser rola şervanên YPG/YPJ’ê yên ji bo parastina nirxên hemû pêkhateyên herêmê canê xwe feda dikin û got ku şervanên YPG/YPJ’ê ji bo rizgarkirina herêmê canê xwe feda kirin û bi xwîna xwe azadî pêk anîn.
Piştî axaftinan sicîla her sê şervanan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Li ser navê malbata şervanê YPG’ê Şoreş kurê apê wî Qasim Ebas, li ser navê Malbata şervanê YPG’ê Rênas Bavê wî û li ser navê şervanê YPG’ê Dogan Apê wî Esed Yûsiv axivîn û soza şopandina rêya cangoriyan dan.
Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên her sê şervanan bi dirûşman spartin axê.