Fermandariya YPG’ê: Hin derdor dixwazin tevlîheviyan derxînin

Fermandariya Giştî ya YPG’ê destnîşan kir ku di bûyera kuştina fermandarê Zêrevanên Xabur Dawud Cindo de hin derdor dixwazin YPG tawanbar bikin.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê destnîşan kir ku di bûyera kuştina fermandarê Zêrevanên Xabur Dawud Cindo de hin derdor dixwazin YPG tawanbar bikin. Fermandariyê bal kişand ku ev derdor dixwazin tevliheviyan bixin nava pêkhateyan û gelên Asûrî û Suryanî li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê bi tenê bihêlin. Fermandariyê diyar kir ku wan derbarê bûyerê de 4 kes girtine.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê der barê mijarê di di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya fermandariyê wiha ye. “Di 22’yê Nîsana 2015’an de li hemberî fermandarê Hêza Parastina Xabûr Dawud Cindo êrîşeke çekdarî pêk hatibû. Di encama êrîşê de Fermandar Dawud Cindo şehîd ketibû û kesekî din jî birîndar bibû.

Me li ser bûyerê di 29’ê Nîsana 2015’an roja Çarşemê de daxuyaniyek fermî dabû û diyar kiribû ku derbarê êrîşê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de 4 kesên biguman hatin girtin û hîn lêpirsin berdewam dike.

Tevî daxuyaniya fermî û domandina lêpirsînê jî, hin saziyên ragihandinê îdîa dikin ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ev bûyer pêk aniye. Lê ev dûrî rastiyê ye  û ev îdîa karê çend kesên ku dixwazin tevlîheviyê bixin nava pêkhatiyên herêmê ye. Ya rastî kesên ku guman li ser wan heye YPG’ê temsîl nakin.

Wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) helwesta me ya li hemberî vê bûyerê ji roja ku pêk hatiye û heta niha, wekî rojê diyar e.  Parastina birayên me yên aşûrî, weke parastina gelê me yê Kurd û Ereb erkek ji erkên me yên bingehîn e.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi hemû hêza xwe li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê, li hemû  gundên aşûriyan ên ku dikevin navbera Til Temir û Hesekê, bi Hêza Parastina Xabûr, Meclisa Leşkerî ya Sûryanî, Hêzên Senadîd û Hêza Parastina Cewherî  mil bi mil têkoşînek dijwar meşand.

Yekîneyên me li ser vê xakê ji bo parastina axa gundên ku me ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine û ji bo vegera gel a li ser gundên xwe, zêdetirî 100 şehîd dane.

Li vir em dibêjin armanca kesên ku di vê bûyerê de aliyekê itham dikin ew e ku pêkhatiyên aşûrî û suryanî dûr bixin û bêyî xwe biparêzin, li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê wan bi tenê bihêlin.

Em careke din ji raya giştî re eşkere dikin ku armanca me parastina mafê hemû pêkheteyên herêmê, avakirina jiyaneke bi aram û parastî ye. Li hemberî hovîtiye van kesên ku dixwazin tevlîheviyê bikin, rastiya me yekîtiya gel e.”