Li Cizîrê 5 zarok hatin binçavkirin

Li Cizîrê bi îdîaya kevir avêtine polîsan 5 zarok hatin binçavkirin.

Li Cizîrê bi îdîaya kevir avêtine polîsan 5 zarok hatin binçavkirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 5 zarokên temenê wan di navbera 12-15’an de bi îdîaya kevir avêtine wesayîtên zirxî yên polîsan hatin binçavkirin. Polîsên li Taxa Yafes bi sedema kevir avêtine wesayîtên polîsan dan pey zarokan, zarokên bi navê S.G. (12), A.Î. (15), M.E.E. (13), N.B.(13) û B.B.(12) binçav kirin.

Zarokên kirin wesayîtên zirxî birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê, niştecihên taxê yên nerazîbûn nîşanî binçavkirina zarokan dan rastî êrîşa polîsan a bi guleyên plastîk hatin.