Li Hezo û Qabilcewz tevgera kontra!
Hat ragihandin ku li gelek gund û mezrayên di navbera navçeyên Hezo û Qabilcewz ên Êlihê de komên kontra xebatên kemîndanînê dikin.
Hat ragihandin ku li gelek gund û mezrayên di navbera navçeyên Hezo û Qabilcewz ên Êlihê de komên kontra xebatên kemîndanînê dikin.
Hat ragihandin ku li gelek gund û mezrayên di navbera navçeyên Hezo û Qabilcewz ên Êlihê de komên kontra xebatên kemîndanînê dikin. Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin; kesên mijara gotinê yên bi komên ji 10-15 kesan pêk tên, çekên luledirêj bi wan re nû teçhîzatên wan tam in.
Hat ragihandin ku li 5-6 gund û mezrayên di navbera navçeyên Hezo û Qabilcewz ên girêdayî Êlihê ji aliyê kesên kincên sîvîl li ser wan û bi komên ji 10-15 kesan pêk tên xebatên kemîndanînê tên kirin. Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, kesên mijara gotinê yên bi çekên luledirêj, teçhîzatên wan tam û kemînan datînin berê jî li derdora gundê Tumok ê girêdayî Hezo, gund û mezrayên Kelhesne, Sêbane, Gundenû yên girêdayî Qabilcewz hatine dîtin. Hat diyarkirin ku li bejahiya van gundan gerîla jî digerin û xebatên kontra û kemîndanînê bi armanca provokasyonan tên kirin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku komên mijara gotinê dema xwe li herêma bi dar vedişartin dîtine û li derdorê bûne sedema gumanan.
DI DEMA KEMÎNDANÎNÊ DE BI TESADÛFÎ HATIN FERQKIRIN
Her wiha hat hînbûn ku komên xebatên kontra dikin û cih bi cih li ser guzergahên rêyan jî kemînan datînin diçin hin gundan û dibêjin, “Em ji bo Kobanê li alîkariyê digerin. Hat ragihandin ku komên çek ên dibin sedem ku di niştecihen gundan de guman çêbibin, li herêmên bi dar ji aliyê şivan û gundiyan bi tesadûfî hatine dîtin. Hat diyarkirin ku ew kom hê jî bi awayekî aktîf li herêmê kemînan datînin.
Ligel vê hat diyarkirin ku xebatên bi heman rengî demên bihûrî jî li heman herêmê pêk hatine.