Nasnameya 3 şervanan hat aşkerakirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 3 şervanên YPG’ê yên li Çiyayên Kizwanan û Kobanê jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 3 şervanên YPG’ê yên li Çiyayên Kizwanan û Kobanê jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 3 şervanên YPG’ê yên li Çiyayên Kizwanan û Kobanê jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyê nasnameya 2 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Çiyayê Kizwanan ê Cizîrê û şervanekî ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.
Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê wiha ye:
“Şehîd ew in ên canê xwe ji bo azadî û rûmetê feda dikin û her dem jiyaneke nû diafirînin.
Di encama hemleya 6’ê Gulanê ya bi navê “Fermandar Rûbar Qamişloˮ hatibû destpêkirin, duh şervanên azadiyê YPG/YPJ’ê Çiyayê Kizwanan ji terorîstan rizgar kir. Di berxwedana bêhempa de 2 şervanên me ku rolekî wan a mezin di rizgarkirina Çiyayê Kizwanan de hebû, bi lehengî û qehremaniyeke mezin şer kirin û gihiştin asta şehadetê. Şervanekî me li Kantona Kobanê jî bi qehremaniyeke mezin şer kir şehîd bû.
Em wek Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin soza şopandina rêya şehîdan didin. Em sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin.”
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Husên Ebdî yê bi nasnav Çekjîn Koçer li Dêrikê ji dayik bûye. 20’ê Gulana 2015’an li Çiyayê Kizwanan jiyana xwe ji dest da.
Azad Dara yê bi nasnav Rohat Artêş li Geverê ji dayik bûye. 20’ê Gulana 2015’an li Çiyayê Kizwanan jiyana xwe ji dest da.
Şervanê YPG’ê Sîdar Çekdar, li Kobanê 16’ê Cotmeha 2014’an jiyana xwe ji dest da.