YPG: Li Kobanê 25 çete hatin kuştin
Di operasyonên YPG/YPJ'ê yên li Kantonên Cizîr û Kobanê de derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê tên xistin. Di çalakiyên duh ên li derdora Kobanê de yek jê serçeteyê bi navê Ebû Cabil Ensarî 25 çete hatin.
Di operasyonên YPG/YPJ'ê yên li Kantonên Cizîr û Kobanê de derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê tên xistin. Di çalakiyên duh ên li derdora Kobanê de yek jê serçeteyê bi navê Ebû Cabil Ensarî 25 çete hatin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî der barê bîlançoya pevçûnên dawî yên li Kantonên Kobanê û Cizîrê de agahî da.
Navendê diyar kir ku di roja 248. a berxwedana Kobanê de, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî gundên Qilhaydê, Nûrelî, Zerik û derdora wan ên li başûrê Kobanê hatine şikandin.
Hat ragihandin ku di encama pevçûnên heta ber destê sibehê dewam kirin de, yek jê serçeteyê bi navê Ebû Cabil Ensarî 23 çeteyên DAIŞ'ê li vê derê hatine kuştin.
Navendê da zanîn ku hêzên YPG/YPJ'ê li dû van pevçûnan dest danîne li ser 8 termê çeteyan, 18 kleş, 124 şarjorên kleşê, 2.000 fîşekên kleşê, 3 BKC û 1.500 fîşekên BKC , 1 roketavêja B7 û gulekî vê, 19 bombeyên destan, 14 rext, 1 dûrbîna termal, 3 bêtêl û hejmarek zedê amûrên tendûristî ye.
Navendê got, "Di van pevçûnan de 2 rêhevalên me yên ku li hember êrîşên çeteyan bi lehengî şer kirin, gihîştin şehadetê."
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku li rojhliatê Kobanê jî li hemberî çeteyan êrîşek hatiye kirin û di çalakiya li nêzî gundê Bîrerêp de maşînek çeteyan hatiye rûxandin, 2 çete hatine kuştin.
LI KANTONA CIZÎRÊ LI GUNDÊN HATINE RIZGARKIRIN XEBATÊN RIZGARKIRINÊ DEWAM DIKIN
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê her wiha diyar kir ku Pêngava Fermandar Rûbar a paqijkirina bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê, di roja 15. de bi awayekî serketî dewam dike.
Navendê da zanîn ku piştî paqijkirina Çiyayê Kezwanê, hêzên YPG/YPJ'ê li gundên di navbera Til Temir, Hesekê û derdora ava Xabûrê yên hatin rizgarkirin de xebatên xwe yên lêgerînê dewam dikin.