Bi hezaran herikîn taziyeya Fermandar Cîger û têkoşer Rûken

Bi hezaran welatiyên bajarê Qamişlo û gundên derdora wê çûn serdana konên sersaxiyê yên fermandarê YPG’ê Idrîs Hesen û şervana YPJ’ê Saliha Murad û sersaxî ji malbatan re xwestin.

Bi hezaran welatiyên  bajarê Qamişlo û gundên derdora wê çûn serdana konên sersaxiyê yên fermandarê YPG’ê Idrîs Hesen û şervana YPJ’ê Saliha Murad û sersaxî ji malbatan re xwestin.

Bi armanca sersaxiya malbata Fermandarê YPG’ê Idrîs Hesen (Cîger Qamişlo) ê 18’ê Gulanê li gundê Til Hemam ê rojavayê Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dabû û malbata şervana YPJ’ê Saliha Murad (Rûken Botan) a 16’ê Gulanê li gundê Aliya yê girêdayî Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dabû, bi hezaran welatiyên bajarê Qamişlo û gundên derdora serdana konên sersaxiyê ku li taxên Enteriyê û Qenastsiwês ên bajêr kirin. Di serdanê de her wiha heyeta Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Saziyên Civaka Sîvîl, meclîsên gel ên bajarên Qamişlo û Tirbespiyê, Rêxistina Yekîtiya Star, Hêzên Asayîşê, Yekîtiya Ciwanên Rojava, Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) û Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê  amade bûn.

Her du konên sersaxiyê bi wêneyên têkoşeran û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn xemilandin. Her wiha li her du konên sersaxiyê merasîm hatin lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kirin, piştre Seroka Desteya Darayî Remziye Mihemed der barê rola fermandar Cîger Qamişlo û şervana YPJ’ê Rûken Botan di hemû eniyên berxwedanê yên kantona Cizîrê û Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de axivî.

Remziye Mihemed destnîşan kir ku hemû destketiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi saya fedakarî û xwîna şehîdan pêk hatine.

Di merasîmê de Endamê Meclîsa Gel a bajarê Qamişlo Izzeddîn Gedo, Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Yûsif Kûtê, Endama Rêxistina Yekîtiya Star Wesîle Ezîz, Serokê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Ebdullselam Ehmed û li ser navê Şaredariya Gel a Qamişlo Hisên Şiyar axivîn.

Axaftvanan bal kişandin ser berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û têkoşîna wan li ser rêya azadiyê silav kirin.  Axaftvanan destnîşan kirin ku bi saya fedakariya şervanan herêmên Rojavayê Kurdistanê tên parastin û herî dawî Çiyayê Kizwanan ji çeteyan paqij kirin.

Axaftvanan bang li hemû welatiyan kirin ku xwe bi rêxistin bikin, li gorî qonaxê perwerde bikin û bibin bersiva qonaxê û piştgiriya bi şervanên YPG’ê û YPJ’ê re bidomînin.

Di dawiyê de axaftvanan sersaxî ji malbatên her du têkoşeran xwestin û soza xwe ya şopandina rêya şehîdan dubare kirin.

Di dawiya merasîmê de belgeya şehadeta her du têkoşeran radestî malbatên wan hatin kirin, di merasîmê de helbest û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hatin gotin.