Cenazeyê şervanê YPG'ê Aykûl ji aliyê bi hezaran kesî ve hat veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Baran Aykûl )Şêrko Amed) bi merasîmeke girseyî hat veşartin. Cenazeyê şervanê YPG'ê Mehmet Kalkan (Rustem Berxwedan) jî ber bi Êlihê ve hat oxirkirin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Baran Aykûl )Şêrko Amed) bi merasîmeke girseyî hat veşartin. Cenazeyê şervanê YPG'ê Mehmet Kalkan (Rustem Berxwedan) jî ber bi Êlihê ve hat oxirkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Baran Aykûl (Şêrko Amed) ê ku li Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê hat wergirtin û anîn Amedê. Pişt karên otopsî û wecîbeyên olî cenazeyê Aykul anîn Goristana Yenîkoyê. Piştre bi meşê cenaze birin goristanê. Di meşê de dirûşmên "Rêya şehid rêya me PKK partiya me", "Bijî serok Apo", "Bijî berxwedana YPG" û "Şehid namirin" hatin berzkirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Aykûl hatin hilgirtin. Piştî meşê cenazeyê Aykul bi duayan hate definkirin. Hevserokê Şaxa MEYA-DER'ê yê Amedê Mehmet Yaşar li vir axivî û got: "Em her çiqas Rêheval Aykul îro defin jî bikin ew ê her tim di têkoşîn û dilê me de bijî."

'EV GEL TEQEZ DEST JI ŞOREŞÊ BERNADE'

Namzeta HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan jî wiha got: "Di şexsê Rêheval Baran de ez hemû şehîdên şoreşê bibîr tînim." Aydogan anî ziman ku navê Rojava berê qedexe bû û bi têkoşîna hatî meşandin Rojava xwedî nasnameyekî azad e û wiha got: "Ev gel ji rêya şoreşê teqez venagere."

Apê şervanê YPG'ê Aykûl Latîf Aykûl jî diyar kir ku birazê wî şehîdê azadiyê ye. Apê wî yê din Ahmet Aykûl jî wiha got: "Baran şehîdê hemû Kurdistanê ye. Em bi wî serbilind in." Aykûl da zanîn ku çeka birazê wî kurê wî Serhat dewr girt û got: "Pismamê te yê çeka te hilgirt îro li Şengalê têkoşîna şoreşê didomîne û tola te wê hilgire."

CENAZEYÊ ŞERVANÊ YPG'Ê KALKAN ŞANDIN ÊLIHÊ

Cenazeyê şervanê YPG'ê Mehmet Kalkan (Rustem Berxwedan) ê ku li Hesekê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da anîn Amedê û piştî karên otopsiyê ber bi Êlihê ve hate şandin.