Cenazeyên şervanên YPG û YPJ’ê anîn Amedê

Cenazeyên şervanên YPG û YPJ’ê yên li Rojava di şerên li hember çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest anîn Amedê.

Cenazeyên şervanên YPG û YPJ’ê yên li Rojava di şerên li hember çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest anîn Amedê.

Cenazeyên şervanên YPG û YPJ'ê Baran Aykul (Şêrko Amed), Ferdî Oztunç (Amed Çiyager), Eyûb Erol (Bahoz Demhat), Ozan Bozan (Rojhat Zîlan), Mehmet Kalkan (Rostem Berxwedan), Mustefa Kizilkaya (Şoreş Ararat) û Kesra Kayran (Zîlan Întikam) ên di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de li Til Temirê di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn anîn Amedê. Bi sedan kesan li sêriyana Bismilê cenaze pêşwazî kirin. Karwanê cenazeyan ku ji sedan maşîneyan pêk dihat di nava Amedê re derbas bûn. Gelê Amedê li gelek taxan derketin ser kolanê û bi tilîlî, dirûşman, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, PKK, YPG/YPJ û HDP'ê cenaze pêşwazî kirin. Namzetên HDP'ê yên Amedê, rêveber û endamên HDP û DBP'ê, heyeta ku ji bo piştgiriya HDP'ê ji Silêmaniyê hatin jî di nav de, bi sedan kesan cenaze pêşwazî kirin. Cenaze ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya ya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Amedê. Cenazeyên 6 şervanan wê îşev piştî otopsiyê ji aliyê xizm û gel ve bibin cihên ku lê ji dayik bûne. Cenazeyê Ferdî Oztunç (Amed Çiyager) dê bibin Wanê, cenazeyê Eyûb Erol (Bahoz Demhat) wê bibin Qosera Mêrdînê, cenazeyê Ozan Bozan (Rojhat Zîlan) wê bibin Erdîşa wanê, cenazeyê Mehmet Kalkan (Rostem Berxwedan) Sakarya, Mustefa Kizilkaya (Şoreş Ararat) wê bibin Agirî û cenazeyê Kesra Kayran (Zîlan Întikam) jî wê bibin Nisêbîna Mêrdînê.

Cenazeyê Baran Aykul (Şêrko Amed) jî wê sibe saet di 10.00'an de li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bi girseyî bê veşartin.