Leşkeran êrîşî konvoya cenaze kirin

Karwanê cenazeyê gerîlayê HPG'ê Fehmî Yilmaz (Egît Kop) ê ku li Çewlikê jiyana xwe ji dest da ji bo definkirinê ber bi Şehîdgeha Gimgimê ve derxistin rê, lê ji aliyê leşkeran ve bi wesayîtên zirxî hat astengkirin.

Karwanê cenazeyê gerîlayê HPG'ê Fehmî Yilmaz (Agît Kop) ê ku di 10'ê Sibata 2015'an de jiyana xwe ji dest li gundê Melhemî yê 50 km dûrî navçeya Gimgimê ya Mûşê ji aliyê sedan leşkeran ve hat rawestandin.

Di astengiya bi biryara Walîtiya Mûşê ya lis er fermana Wezareta Karên Hundir de, leşkeran bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî gel kirin. Ji ber êrîşa leşkeran a li ser rêya Kop-Gimgimê, kesekî ku navê wî nehat zanîn, ji ber kapsula bombeya gazê ya li serî ketî, birîndar bû.

Girseya gel bi keviran bersiv da êrîşa leşkeran. Pevçûnên li herêmê dewam dikin.