Nobeda ji Ocalan re Azadî ji aliyê koma Parîsê ve tê meşandin

Nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) hat destpêkirin, bê navber dewam dike. Di hefteya 152. de komeke nû ya ji 4 kesan a ji Parîsê çalakî dewir girt.

Nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) hat destpêkirin, bê navber dewam dike. Di hefteya 152. de komeke nû ya ji 4 kesan a ji Parîsê çalakî dewir girt.

Nobeda ji Ocalan re Azadî ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê tê meşandin, di roja 1062'an de ye. Koma ji 4 kesan a roja Yekşemê ji Parîsê hat, çalakî vê hefteyê dewir girt.

Endamên komê, li ber avahiyên Konseya Ewropa û Parlamenta Ewropayê mirovên li herêmê agahdar dikin.

Berdevkê Koma Parîsê Îkram Balik da xuyakirin ku ji roja Yekşemê û vir ve wan 2 hezar 400 belavok û 800 broşur û biyografiya Ocalan belav kirine. Çalakgerên nobedê di sohbeta bi mirovên li herêmê re, der barê berxweana li Kurdistanê û têkoşîna Kurdan û Ocalan de agahiyan didin.

Endamên komê dan xuyakirin ku ji ber tevî vê çalakiya nêzî 3 sal in dewam dike bûne, mîna her kesî serbilind in.

Endamên koma Parîsê bal kişandin ser hewldanên gelê Kurd ê li Ewropayê ji bo azadiya Ocalan û gotin, "Em jî weke tevahiya gelê Kurd dibêjin 'Bê Serok jiyan nabe'."

Çalakgeran berxwedana dîrokî ya li Rojava li hemberî çeteyên DAIŞ'ê tê meşandin bibîr xistin û ji gelê Kurd xwestin, ku desteka xwe ya ji bo şervanên YPG/YPJ'ê bê navber dewam bike.

BANGA DENGDAYÎNÊ LI HILBIJÊRÊN LI EWROPAYÊ HAT KIRIN

Çalakgeran her wiha ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê bal kişandin ser girîngiya zêdebûna eleqeya ji bo dengdayîna li Ewropayê û destnîşan kirin ku divê 9 rojên mayî bi 'ruhê seferberiyê' werin nirxandin.

Çalakgeran bang li hemû gelên li Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê dijîn kirin, ku dengê xwe bidin HDP'ê.

Çalakiya Nobeda ji Ocalan re Azadî, ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve bê navber dewam dike û heta niha bi sed hezaran belavok, broşur û biyografiya Ocalan hatine belavkirin.

...