Gerîlayê HPG'ê Hasan Avci li ber dirûşman hat oxirkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Hasan Avci (Harûn Kanîreş) bi merasîmeke bi beşdariya hezaran kesî hat veşartin. Di merasîmê de bê navber dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Şehîd Namirin" hatin qîrîn.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Hasan Avci (Harûn Kanîreş) bi merasîmeke bi beşdariya hezaran kesî hat veşartin. Di merasîmê de bê navber dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Şehîd Namirin" hatin qîrîn.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Hasan Avci (Harûn Kanîrş) ê di 10'ê Sibatê de li bejahiya navçeya Çewlik Azarpêtê di mercên zivistanê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê bi hezaran kesî ve hat veşartin. Cenazeyê Avci li duryana Kanîreş û Bonlîganê ji aliyê sedan kesan ve bi dirûşmeya "Şehîd namirin" hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Avci piştre bi konvoyeke qelebalix ber bi gund ve hat şandin û li pêşiya gund bi dirûşme û çepika hate pêşwazîkirin.
Cenazeyê Avci li gund birin mala lê hatî dinê. Cenaze ji aliyê endamên malbatê ve hate pêşwazîkirin. Piştre cenaze ji aliyê welatiyan ve hate wergirtin û bi meşê birin goristana gund. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Avci, alên PKK, KCK, YPG û YPJ'ê hatin hilgirtin û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin.
Cenazeyê Avci li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" hat veşartin. Piştî merasîma definkirinê bavê Avci Behçet Avci axivî û diyar kir ku kurê wî şehîdê hemû Kurdistanê ye û serê gelê Kurdistanê sax be.
Namzetê HDP'ê Serhat Gumuş jî diyar kir ku Kurd wê bi rêxistinbûna xwe bersiva îxanetkaran bide.
Piştî axaftinan girseyê malbata Avci ziyaret kir û piştre ji bo tevlî merasîma cenazeyê gerîlayê PKK'ê Fehmî Yilmaz (Egît Kop) bibin ber bi Gimgimê ve ket ser rê.