Nasnameya 5 şervanan hat aşkerakirin

YPG'ê nasnameya 5 şervanên xwe yên jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê li ser malpera xwe ya fermî ya înternetê, nasnameya 5 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Kobanê û Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan bi daxuyaniyekê eşker kir. 

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Pêngava me ku ji 6 Gulanê ve habû destpêkirin serketinên mezin bi dest xist. Di vê berxwedana dîrokî ya yekîneyên me de çar şervanên me bi lehengî û qehrematiyeke mezin şer kirin û gihîştin asta şehadetê. Di berxwedana Kobanê de şervanekî me bi lehengiyeke mezin şer kir û gihîşt asta şehadetê.

Em weke Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê soza xwe nû dikin ku heta dawiyê em ê li dû şopa şehîdan bimeşin. Em sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazim."

Nasnameya şervanan bi vî rengî ye:

Mihemed Sadiq bi nasnav Bextiyar Amed, di 17'ê Gulana 2015'an de li gundê Huda yê Hesekê jiyana xwe ji dest da.

Atîlla Aslan bi nasnav Jêhat Agirî, di 17'ê Gulana 2015'an de li gundê Huda yê Hesekê jiyana xwe ji dest da.

Fecrî Sonmez bi nasnav Rêdûr Malazgîrt, di 17'ê Gulana 2015'an de li gundê Huda yê Hesekê jiyana xwe ji dest da.

Şepal Hesen bi nasnav Şoreş Bagok, di 17'ê Gulana 2015'an de li gundê Huda yê Hesekê jiyana xwe ji dest da.

Kawa Ehmed bi nasnav Ceger Cûdî, di 4'ê Çileya 2015'an de li Kobanê jiyana xwe ji dest da.