HPG: Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk roj bi roj zêde dibe

HPG'ê diyar kir ku tevger û operasyonên artêşa Tirk ên li hemberî qadên gerîla gelekî zêde bûne. HPG'ê destnîşan kir ku eger ev tevger û operasyonên leşkerî heta roja îro negihaştibin asteke xetere, ev yek ji ber hesasiyeta mezin a hêzên gerîla ye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku tevger û operasyonên artêşa Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û li ser xeta sînor gelekî zêde bûne. HPG'ê destnîşan kir ku eger ev tevger û operasyonên leşkerî heta roja îro negihaştibin asteke xetere, ev yek ji ber hesasiyeta mezin a hêzên gerîla ye.

HPG'ê der barê tevgera leşkerî ya artêşa Tirk de ev agahî bi raya giştî re parve kir:

"Di 21'ê Gulanê saet di 10:00 de, artêşa T.C a dagirker li qada Şkêrê Spî yê navçeya Colemêrgê derketiye operasyonê. Li hemberî artêşa Tirk a hewl dida bikeve nava qadên me yên gerîla, hêzên me yên gerîla ji bo hişyarkirinê gule teqandine. Li ser vê yekê artêşa Tirk heman rojê saet di 12:30 de xwe vekişandiye. Her wiha heman rojê saet di navbera 20:00 - 23:30 de li heman qadan bi pêgerên hewayî yên bê mirov re, keşif hatiye kirin.

Di 19'ê Gulanê saet di navbera 12:00 - 16:00 û di 21'ê Gulanê saet di navbera 20:00 - 21:00 de ji Qereqola Oremarê ya li navçeya Colemêrg Geverê, herêmên derdorê bi çekên giran hatine gulereşandin. Her wiha di 21'ê Gulanê saet di navbera 16:30 - 18:00 û 20:00 - 21:00 de balafirên şer ên artêşa T.C tevgeriyan e.

OPERASYON ZÊDE DIBIN

Di 21'ê Gulanê saet di 06:00 de li qada Tansiyê ya navçeya Mêrdîn Şemrexê, artêşa T.C a dagirker derketiye operasyonê. Arêşa Tirk saet di 12:00 bi awayekî bêencammayî vegeriya ye.

Di 21'ê Gulanê saet di 12:00 de li qada Kaniya Kewê ya herêma Çiyayê Kozmê yê di navbera Mûş û Navçeya Amed Pasûrê de, artêşa Tirk bi hejmareke zêde maşînên zirxî û leşkerî derketiye operasyoneke dorfireh. Operasyon di heman rojê saet di 17:00 de bi awayekî bêencammayî bi dawî bû. Lê li herêmê bi armanca ewlekariyê cerdevan hatine bicihkirin. Cerdevanên li vê herêmê di nava hewldanên derxistina pevçûnan de ne. Li dijî tevgera ji bo derxistina provokasyonê, hêzên me yên gerîla rewşa xwe diparêzin.

LI MÛŞÊ KEMÎN

Di 12 rojên dawî de artêşa T.C a dagirker li qadên Şenik, Sêmalê û Çiyayê Kûrtik ên Mûşê, di nava rojê de kemîn daniye.

HÊZÊN KONTRA DI DEWRÊ DE NE

Di 19'ê Gulane de tîmeke kontra ya ji 4 kesan ku kincên hêzên me yên gerîla li xwe kiribû, li ser rêya Amed-Pasûrê, wesayîtek sekinandin. Vê tîma kontra zext li sivîlên di wesayîtê de ne kiriye, dest daniye ser pere û eşyayên şexsî yên sivîan. Piştî bûyerê tîma kontra îdîa kir ku ev yek ji aliyê hêzên me yên gerîla ve hatiye kirin û hewl daye gel li hemberî gerîla rake. Gelê me dizane ku ev bûyer bi temamî lîstikeke şerê qirêj e. Hêzên me yên gerîla ji bo bûyerên bi vî rengî di nava gelê me yê li herêmê de neqewime, berpirsyariyên xwe bicih tînin û tedbîrên ewlekariyê digirin.

Di 21'ê Gulanê saet di navbera 16:00 - 18:00 de û di 22'ê Gulanê saet di navbera 09:00 - 10:00 de li ser qada Şehîd Hasan a Erzîromê helîkopterên bi tîpa Skorsky ên artêşa T.C a dagirker, keşif kirine.

Ji saet 22:00 ê 21'ê Gulanê heta saet 02:00 ê 22'ê Gulanê li gundê Xorekan ê navçeya Mûş Melezgîrtê û ev 4 roj in li gundên Tatan û Alangot ên Gimgimê, artêşa Tirk kemînan datîne.

LI DÊRSIMÊ JÎ OPERASYON

Di sibeha 21'ê Gulanê de li gundên Axveysî, Zantîrek, Turktane û Çakmakli yên navçeya Dêrsim Xozadê, artêşa T.C a dagirker derketiye operasyonê. Di operasyonê de, bi maşînên zirxî hemû rê hatine girtin. Operasyon di êvara heman rojê de bi awayekî bê encam bi dawî bûye.

Di sibeha 20'ê Gulanê de li qada Kirê Spî ya navenda Dêrsimê, yekîneyeke leşkerî ya artêşa T.C a dagirker a ji 150 kesî, derketine operasyonê. Operasyon heman rojê saet di 16:00 de bi awayekî bê encammayî bi dawî bûye.

LI QADÊN GERÎLA TEVGERA HEWAYÎ

Di 21'ê Gulanê saet di navbera 06:00 - 10:00 de li herêma Zapê, heman rojê saet di navbera 21:30 - 23:30 li herêma Bagokê, saet di navbera 20:00 - 21:00 de li herêma Zagrosê, saet di navbera 09:00 - 15:00 de li qada Şehîd Mahîr a Tendurekê, artêşa T.C a dagirker bi pêgerên hewayî keşif kiriye. Her wiha di 21'ê Gulanê saet di navbera 20:00 - 21:00 de li qada Gabarê ya Şirnexê, heman rojê saet di navbera 16:00 -17:00 de li herêma Zapê û di 22'ê Gulanê saet di 00:00 - 01:00 de li qada Çiyayê Reş a Zapê, balafirên şer tevgeriya ne."