‘Kujerê kurê min Erdogan e’

Cenazeyê Şervanê YPG’ê Mustafa Kizilkaya (Şoreş Ararat) ê ku li Serêkaniyê di pevçûna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li Bazîdê bi beşdariya hezaran kesî ve hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG’ê Mustafa Kizilkaya (Şoreş Ararat) ê ku li Serêkaniyê di pevçûna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li Bazîdê bi beşdariya hezaran kesî ve hate definkirin. Bavê Kizilkaya, Hasan Nurî Kizilkaya di merasîmê de axivî û wiha got: “Kujerê kurê min ne DAIŞ, Tayyîp Erdogan e, Tayyîp Erdogan e! Quranê digirin destên xwe û dibêjin ‘ev bêol in’ Bila bên û binêrin ên ku şehîd dikevin bêol in, ên li vir quranê dixwînin bêol in, an jî yên ku pereyan didizin bêol in?”

Cenazeyê Şervanê YPG’ê Mustafa Kizilkaya (Şoreş Ararat) ê li gundê Guzeliyê ya Serêkaniya kantona Cizîrê di pevçûna li dijî çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest da anîn navçeya Bazîdê ya Agiriyê. Li duriyana Wan û Ebexê cenaze bi konvoyeke ji sedan wesayîtan pêk dihat, hate pêşwazîkirin û cara dawî birin malê. Namzetên HDP’ê, hevşaredarên Agirî, Bazîd, Giyadîn, Tuxê, rêveberên HDP û DBP’ê jî di nav de bi deh hezaran kes beşdarî cenaze bûn. Li malê piştî ku helalî hate xwestin cenaze bi meşê ve birin gorsitana navçeyê. Di meşê de bênavber dirûşmeyê “Şehîd namirin” “Qatil Erdogan” “Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kizilkaya yê YPG’î hatin hilgirtin. Piştî ku wecîbeyên olî hatin bicihanîn cenaze bi dûayan ve hate definkirin. Piştre rêz hate girtin û Hevserokê HDP’ê yê Bazîdê Nurî Çelîk axivî û diyar kir ku wê xeyalê yên ku ji bo azadiyê canê xwe dan pêk bê. 

Namzeta HDP’ê ya Agiriyê Dirayet Taşdemîr jî di axaftina xwe de got ku di nava meha dawî de cenazeyên 6 şervanên YPG û YPJ’ê hatiye Agiriyê û wiha axivî: “Ev meh meha şehîdan e. Bi hezaran Mustafa di vê rê de şehîd bûn. Bi qehremaniyekî têkoşîna me pêşve birin. Îro ciwanên çar parçeyên Kurdistanê tevlî vê têkoşînê dibin. Ev 40 sal in ji bo ku em jiyaneke baş bijîn ciwanên me têdikoşin. Di têkoşîna me de heqîqeta me ya harî mezin şehîdên me ne. Rêya van şehîdên me dê rêya me ya azadiyê ronî bike. Kî vî şerî dide meşandin bila bide dixwaze DAIŞ an jî yekî din. Bila neyê jibîrkirin ku Kurdan heta dilopa dawî ya xwîna xwe bi ser ketine. Di dîroka kurdan de tu kesan li cem kurdan cih negirtine û her tim bi tena serê xwe li ber xwe dane û bi ser ketine.”

JI MIRÎ Û CENAZEYÊN ME DITIRSIN

Bavê Kizilkaya, Hasan Nurî Kizilkaya jî got kU cenaze 6 saet li sînor hatiye rawestandin û wiha got: “Îro ev şehîdê min e. Parçeya cîgera min çûye. Lê cîgera me hemûyan dişewite. Ez vê yekê dizanim. Bila serê we serê Serokê me sax be. Jibîr nekin ku em bi Quranê ve siyasetê nakin. Kujerê kurê min ne DAIŞ, Tayyîp Erdogan e, Tayyîp Erdogan. Quranê digirin destên xwe ji me re dibêjin ev bêol in. Bila bên û binêrin ên ku şehîd dikevin bêol in, yên li quranê dixwîn bêol in an jî yên ku pereyan didizin bêol in? Gelê me dixapînin. Heta kengî çiçax bûne dostên me? Di vê Germa havînê de cenazeyê me 6 saetan dan rawesktandin. Dixwazin em yek bi yek biçin.Ji cenaze, darbest û miriyên me ditirsin.” Piştî merasîmê ji bo malbatê sersaxî hate xwestin.