Platforma Kedê ya Dêrsim li hember êrîşên li dijî HDP'ê daxuyanî da

Platforma Kedê ya Dêrsimê, têkildarî êrîşên li hember HDP’ê û bi armanca piştgiriya ji têkoşîna karkerên kedê re daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Platforma Kedê ya Dêrsimê, têkildarî êrîşên li hember HDP’ê û bi armanca piştgiriya ji têkoşîna karkerên kedê re daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Serokê Şaxa SES’ê Ozkan Ûç bal kişand êrîşên li hember HDP’ê ku didomin desthilatdariya siyasî dîsa xwe bêdeng kiriye û got: “Di hilbijartinên ku wê 7’ê Hezîranê pêk bên li Tirkiyeyê gengeşe û bûyerên bi guman didomin. Êrîşên di pêvajoya propagandayên hilbijartinê li hember buro, wesayîtên hilbijartinê û nûnerên partiyên siyasî di mijara ku wê pêvajoya hilbijartinê bi tenduristî derbas bibin gumanan bi civakê re çêdike. Bi taybet piraniya van êrîşan ku li hember HDP’ê pêk tên gumanan çêdike.”

Ûç tekildarî têkoşîna karkeran jî wiha axivî: “Sendîkaya pêwîst e heqê kedkaran biparêze ku karkeran tehdît dike tabloyeke şermê ye. Em wek sendîkayên girêdayî KESK’ê dixwazin diyar bikin ku em têkoşîna bi rûmet û bi biryar a hevalên xwe yên kedkar ên di sektora otomotîv de silav dikin.”