YPG: 15 gund ji çeteyan hatin paqijkirin

YPG'ê destnîşan kir ku di çarçoveya "Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo" de di nava 24 saetan de 15 gund ji çeteyan hatine paqijkirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê der barê pevçûnên li Kantonên Cizîr û Kobanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Navendê diyar kir ku Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo di roja 16. de bi awayekî serketî dewam dike û destnîşan kir ku xebatên hêzên YPG/YPJ'ê yên li bakurê Çiyayê Kizwanê û derdora Çemê Xabûrê dewam dikin.

Hat ragihandin ku di nava 24 saetên dawî de li vê herêmê gundên Til Tal'a, Hiseniyê, Til Hefyan, Til Nasrî, Til Şamîran, Til Huda, Til Goran, Til Fêda, Til Belo'a, Xerîta, Selîbiyê, Skaka, Hemaniyê, Şeîra û Xebîş ji çeteyan hatine paqijkirin. Her wiha xebatên paqijkirina herêmê ji mayînên çeteyan jî dewam dikin.

Navendê da zanîn ku di roja 249. a berxwedana Kobanê de jî, çeteyên DAIŞ'ê li rojhilatê Kobanê êrîşeke nû pêk anîn û li bersiva tund a hêzên YPG/YPJ'ê rast hatin. Hat ragihandin ku pevçûnên li derdora gundê Korikê rû dan, heta ber destê sibehê dewam kirin û çeteyan derbeke giran xwarin.

Li gorî daxuyaniyê li vê qadê 25 çete hatine kuştin, tevî 18 termên çeteyan, 20 kleş, 107 şarjorên kleşê û 1.500 fîşekên kleşê, 3 BKC û 800 fîşekên BKC, 1 roketavêja B7 û 4 guleyên wê, 11 bombeyên destan û 2 rextên ji teqemiyan hatine desteserkirin.

Navendê got, "Rêhevalekî me ku di şikandina êrîşên çeteyan de rolek girîng lîst bi lehengî şer kir û gihîşt şehadetê."
 
Hat ragihandin ku li başûrê Kobanê jî komên çeteyan li hember çeperên hêzên YPG/YPJ'ê bi topên hawanê êrîşek lidar xistine.