Nasnameya 3 gerîlayan hat aşkerakirin

HPG’ê agahiyên nasnameya 3 gerîlayên li Çewlik û Herêmên Parastinê yên Medya jiyana xwe ji dest dane ji raya giştî re aşkera kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.

HPG’ê diyar kir ku Tevgera Azadiyê PKK, bi saya têkoşîna şehîdên bi qehremanî li ber xwe dane hatiye van rojan û got:”Tevgera me ya wek Partiya Şehîdan dest bi têkoşînê kir îro bi deh hezaran şehîdên xwe re rastiya gelekî ku ber bi azadiyê ve diçe derxist holê. Her şehadetê fermana xwedîderketina li wezîfeyên dîrokî, ji bo biserxistina van wezîfeyan hê zêdetir pêşxistina têkoşînê dide. Mîlîtanên tevgera me ya azadiyê ev wezîfeyên dîrokî girtine ser milê xwe û xwedî li têkoşînê derketine. Her wezîfeyê şahidî ji meşeke destanî ya ruhê mîlîtaniya Apoyî bi fedayî pêk anîne kiriye. Em her sê hevalên me yên xwedî li van wezîfeyan derketine û di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane di meha şehîdan de bibîr tînin.”

Di daxuaniyê de hat gotin: “Eger îro gelê Kurd ji bo tevayî mirovatiyê bûye mînak û ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye hêvî û eger şert û mercên avakirina jiyana xwe azad piştî demeke dirêj aniye merheleyeke girîng di vê de par û tevkariya mezin a şehîdên me çêbûye.

Îro têkoşîna gelan a demokratîk a Rojhilata Navîn a demokratîk bi nirxên ku şehîdên me afirandine bi hêviyeke hê mêzintir azadiyê hembêz dike. Li hember her cure înkar, qirkirin û komkujiyê îro têkoşîna me hê bi biryar, bi rûmet û li ser bingeha qezençkirina jiyana azad e û ger bi heybet didome ev ji ber hişmendiya wezîfeya têkoşîna bi rûmet a şehîdên me dewrî me kiriye. Pêwîst e em bi zanebûnê nêz bibin û xwedî lê derkevin. Li ser vî esasî  em hevalên xwe Şervan, Egîd û Harûn ên şehîd ketine bi rêz û hurmet bibîr tînin.

'NÎŞANEYA WÊREKIYÊ RÊHEVALÊ ŞERVAN'

Rêhevalê Şervan Cûdî yê di nava derdoreke welatparêz de mezin bû, beriya tevlî nava refên gerîla bibe ji bo naskirina têkoşînê tevlî xebatên ciwanan bû û zext, zilm û komkujiyên dijmin ên li Kurdistanê dikir, di temenê ciwantiya xwe de dît. Nîşan da ku ew dide dû keç û xortên jiyana bi rûmet tercîh kirine, ji bo jiyaneke azad û dadwerî têdikoş in û di sala 2009'an de tevlî nava refên gerîla bû. Piştî dersên pisporiya leşkerî di sala 2012'an de ji bo tevlî pêngava şerê gel ê şoreşgerî bibe, derbasî herêma Zagorsê bû û di nava pevçûnên dijwar ên wê demê de cih girt. Rêhevalê Şervan ku di dema vê wezîfeyê de gihîşt şehadetê, weke ciwanekî gelê Şirnexê yê leheng û dildozê nirxên xwe, di dîroka me ya têkoşînê de, weke nîşaneya wêrekiyê ya pêngavî, cihê xwe girtiye.

'RÊHEVALÊN EGÎD Û HARÛN HER WEZÎFE BI AWAYEKÎ SERKETÎ BICIH ANÎN'

Hevalên me Egîd û Harûn ên di mercên zehmet û dijwar ên têkoşînê de xwedî li wezîfeyên xwe derketin û sekneke bi biryar nîşan dan, dema li Bakurê Kurdistanê bi wezîfeya xwe radibûn, gihîştin şehadetê. Ji bo afirandina gelekî azad û jiyaneke azad, rêhevalên me li çiyayên Kurdistanê dest bi têkoşînê kirin û di şert û mercên herî zehmet de jî ji bo meşa milîtanî ya Apoyî, xwe perwerde kirine û bi pêş xistine. Rêhevalên Egîd û Harûn, ku her wezîfe veguherandin biryardariya serketinê, bi biryardariya di sekna xwe re, bi hêviya di dilên xwe de bûn mînak, bi ronahiya çavên xwe re meşa bi xîret a têkoşînê ji hevalên xwe re hiştin.

Em her sê rêhevalên xwe yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin û soza xwe careke din dubare dikin ku em ê têkoşîna jiyana azad a wan ji me re hiştine, bi ser bixînin."

Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane bi vî rengî ye:

Fehmî Yilmaz bi nasnav Egîd Kop, di 26'ê Çileya 2015'an de li Çewlikê jiyana xwe ji dest da.

Hasan Avci bi nasnav Harûn Kanîre, di 26'ê Çileya 2015'an de li Çewlikê jiyana xwe ji dest da.

Yahya Gerez bi nasnav Şervan Cûdî, di 15'ê Îlona 2012'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da.

...