‘Erdogan û AKP bila destpêkê hesabê komkujiyan bidin’

Malbatên Roboskî, ji bo 34 kesên 28’ê Kanûna 2011’an ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hatin qetilkirin lêgerîna edaletê îro jî dewam kirin.

Malbatên Roboskî, ji bo 34 kesên 28’ê Kanûna 2011’an ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hatin qetilkirin lêgerîna edaletê îro jî dewam kirin. Velî Encu yê di çalakiyê de axivî got ku Erdogan û AKP beyî hesabê komkujiyên pêk anîne bidin çawa deng dixwazin.

Li gundê Roboskî yê girêdayî Qilaban a Şirnexê, malbatên 34 sîvîlên 28’ê Kanûna 2011’an di encama bombardûmana artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan lêgerîna xwe ya edaletê di hefteya 171’emîn de dewam kirin. Di çalakiya li goristana Roboskî, namzetê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu û nûnerên saziyan jî beşdar bûn. Velî Encu yê li ser navê malbatan axivî got ku heta failên Komkujiya Roboskî bên darizandin wê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin.

Encu, diyar kir ku berpirsyarê Komkujiya Roboskî Serokkomar Erdogan e. Encu got: "Erdogan ê berpirsyarê siyasî yê Komkujiya Roboskî û heman demê fermana bombardûmana komkujiyê daye hê jî li qadan mîtîngan li dar dixe û deng ji gel dixwaze. Erdogan ê desthilatdariya wî bi komkujiyan derbas bû û hikûmeta AKP’ê heta hesabên êşên dane jiyîn nedin bi çi rûyî ji mirovên qetil kirine deng dixwaze. Hikûmeta AKP’ê Roboskî ye, Soma ye, Gezî ye, Kobanê ye.”

Encu bal kişand ser êrîşên li hember HDP'’ê, nerazîbûn nîşan da û got ku hikûmeta AKP’ê Tirkiyeyê ber bi kaosê ve dibe. Encu axaftina xwe wiha domand: "Êrîşên bombeyî herî dawî yên li Edene û Mersînê li hember HDP’ê hewldaneke aşkera ya komkujiyekê ye. Em wek malbatên Roboskî vê êrîşa ku kêm mabû bibe sedema êş û mirinên mezin bi tundî şermezar dikin. Ji bo Roboskî, Soma, Gezî û kuştinên kiryar nediyar ên hejmara wan bi deh hezaran tên îfadekirin rû nedin wê gelê me 7’ê Hezîranê di sindoqan de bersivê bide êrîşan.”

Piştî daxuyaniyê dayikan li ser gorên zarokên xwe dûa xwendin.