Ji bo gerîlayê PKK'ê Mehmet Keser (Suphan) ê ku di sala1992'an de li navçeya Giyadînê ya Agiriyê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û nasnameya wî nû hate aşkerakirin li Taxa Çelebîbagi konê sersaxiyê hat vedan. Li Amedê jî ji bo şervanên YPG û YJA Starê mewlûd hat dayîn.
Li Taxa Çelebîbag a navçeya Erdîşê ya Wanê ji bo gerîlayê PKK'ê Mehmet Keser (Suphan) ê di sala 1992'an de li navçeya Giyadînê ya Agiriyê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û nû nasnameya wî hate aşkerakirin konê sersaxiyê hate vedan. Kon ji ailyê Parlamenterên HDP'ê Nazmî Gur û Ozdal Uçar û Namzetê HDP'ê ya Wanê Tuba Hezaer, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Bekîr Kaya û Hatîce Çoban, Dayikên Aştiyê, MEYADDER û gele kesên din ve bi girseyî hate ziyaretkirin. Girseya nêzî kon ji wesayîtan hate xwarê û bi meşiyan dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “ Ey şehîd rê ya te rê ya me ye” û “Bijî serok Apo” berz kirin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Keser hatin hilgirtin. Piştî meşê li kon rêzgirtin pêk hat. Piştre bavê Keser Alî Keser axivî û wiha got: "Ev têkoşîn weke darekê ye. Mehmet dema hiqûq dixwand tevlî têkoşînê bû. Lehengê vê dozê em malbat nîn in. Kesên bi vîna xwe tevlî vî şerî bûn û şehîd ketin in." Keser anî ziman ku bi kurê xwe re têkildarî dîroka Kurdan re sohbet dikirin û wiha axivî: "Min nedizani wê biçe. Lê wê demê li gundê me dareke azadiyê hate çandin. Li gund hin kesan xwest wê darê hişk bikin lê nekarîn. Her çû geşbû û mezin bû. Ya dikeve ser milê me jî ew e ku em wê darê av bidin. Ev dar her diçe mezin dibe û xweşik dibe. Yên dixwestin wê darê hişk bikin jî îro ji wê fêkî dixwin. "
Namzetê HDP'ê Nazmî Gur jî diyar kir ku berdêlên azadiyê her tim giran bûn û wiha got: "Ev şehîd ne yekemîn û ne jî yên dawî ne. Gelê Kurd çawa li Kobanê bi berdêlên mezin azadî bi dest xist wê azadiya xwe jî qezenç bike."
JI BO ŞERVANÊ YPG Û YJA STARÊ MEWLÛD HAT DAYIN
Li Amedê jî ji bo Şervanê YPG'ê Yakup Çiçek (Sîdar Amed) ê ku di operasyonên azadkirina gundên Kobanê de li gundê Celebiyê di 9'ê nîsanê de jiyana xwe ji dest dabû û Gerîlaya YJA Starê Tuba Taylan (Arjîn Amed) a ku ji ber nexweşiya penceşêra pişikê jiyana xwe ji dest dabûn li Salona Dehwetê ya Bariş a li taxa Rezanê mewlûd hat dayîn. Di salonê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG/YPJ û wêneyên Çîçek û Taylanê hatin daliqandin. MEYA-DER, DİYAY-DER, reveberên HDP û DBP'ê hevşaredarên Rezanê û malbatên şehîdan tevlî mewlûdê bûn.
Piştî xwendina mewludê rêzgirtin pêk hat.
Nûnerê MEYA-DER'ê Kasim Perwane ji malbatê re sersaxî xwest û wiha got: "Li hember Rojava êrîşên herî mezin pêk hatin. Em ê rêya şehîdan xwe bişopînin."
Li ser navê malbatê birayê Çîçek Îbrahîm Çiçek axivî û diyar kir ku çiqas dilê wan bişewite jî ji bo şehîdên xwe neçarin li ser piyan rawestin û wiha got: "Wê têkoşîna me heya dawî berdewam bikin."