Şervanê YPG'ê Erol bi girseyî hate definkirin

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Eyup Erol (Bahoz Demhat) ê ku li Hesekê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Eyup Erol (Bahoz Demhat) ê ku li Hesekê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da duh li Deriyê Sînor ê Şenyurtê ji aliyê malbatê ve hate wergirtin û birin Nexweşxaneya Îpek Yolê ya Qoserê. Cenazeyê Erol ji aliyê hezaran kesan ve ji nexweşxaneyê hate wergirtin. Cenazeyê Erol bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Kobanê", "Şehîd namirin" birin Mizgefta Nuh a li taxa Ataturkê. Piştî vecîbeyên olî cenazeyê Erol birin mala lê hate dinê û demekê li wir hate sekinandin.

Li malê demên hestiyar hatin jiyîn. Pişt re cenazeyê Şervanê YPG'ê Erol ber bi Goristana Ugur Kaymaz ve birin. Piştî karên definkirinê Rêveberê MEYA-DER'ê Abdullatîf Tabar axivî û diyar kir ku ew dê her tim girêdayî bîranînên kesên di têkoşîna kurd de jiyana xwe ji dest dan girêdayî bimînin û di riya wan de bimeşin.

Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Mêrdînê Omer Ocalan jî diyar kir ku ew baş dizanin ku kî aliya çeteyên DAIŞ'ê dikin.

Bavê Erol Hasan Erol jî wiha got: "Heke tu karekî bikî bêyî berdêl nabe. Navê vî karî şer e. Di dawiyê de mirinekî bi rûmet e. Serê hemû gelê me sax be."

Pişt re girse konê sersaxiyê ziyaret kir.