PKK'yî û YPG'yî hatin bîranîn

Gerîlayên PKK'ê û şervanên YPG'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, li Şirnex, Mêrdîn û Amedê hatin bîranîn.

Gerîlayên PKK'ê û şervanên YPG'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, li Şirnex, Mêrdîn û Amedê hatin bîranîn.

MÊRDÎN: Ji bo şervanê YPG'ê Metîn Ceylan (Tûfan Gernas) konê sersaxiyê yê li taxa Yeşîlalan ê li navçeya Mêrdîn Stewrê hat vedan, ji aliyê namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê, nûnerên saziyan û gelek welatiyan ve hat ziyaretkirin. Piştî axaftinan mewlûda li vir bi belavkirina nanê xêrê bi dawî bû. Ji bo şervanê YPG'ê Tayfûn Kaygisiz (Hasan Kivircik) jî konê sersaxiyê yê li taxa 8'ê Adarê ya li navçeya Nisêbînê hat vedan, ji aliyê gelek kesan ve hat ziyaretkirin. Piştî xwendina mewlûdê kon hat rakirin.

ŞIRNEX: Li Şirnexê jî ji bo 6 gerîlayên PKK'ê yên di meha Gulanê ya salên cuda de jiyana xwe ji dest dan, çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin. Di bîranîna ji aliyê Şaxê MEYA DER a Şirnexê ve li Salona Civînê ya Şaredariya Şirnexê hat organîzekirin de, ji bo gerîlayên PKK'ê mewlûd hatxwendin. Li dû axaftinan merasîm bi dawî bû.

AMED: Ji bo şervanê YPG'ê Yakûp Çîçek (Sîdar Amed) ê li Kobanê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da û gerîlaya YJA Starê Tûba Taylan (Arjîn Amed) a ji ber nexweşiya kanserê jiyana xwe ji dest da, li Amedê mewlûd hat dayîn. Di mewlûdê de tevî malbatan, nûnerên saziyan û gelek welatî amade bûn. Li salona mewlûd lê hat dayîn wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanê YPG'ê Çîçek, gerîlaya YJA Starê Taylan û alên PKK'ê hatin daliqandin. Kekê Çîçek Îberahîm Çîçek li bîranînê peyivî û got, "Dilê me dişewite lê belê şehîd şehîdê me hemûyan e. Bila serê tevahiya Kurdistanê sax be."