Zext û operasyonên artêşa Tirk zêde bûn
Zextên artêşa Tirk ên li Bakurê Kurdistanê zêde bûn. Pastarên Îranê li gundê Emokazî kesek qetil kirin.
Zextên artêşa Tirk ên li Bakurê Kurdistanê zêde bûn. Pastarên Îranê li gundê Emokazî kesek qetil kirin.
Li gor agahiyên herêmê; 21’ê Gulanê li gundê Emokazî yê girêdayî Qelenî ya Maku pastarên Îranê kesek qetil kirin. Dîsa li gundên Texterevîn û Navre yên girêdayî Qelenî tevgera pastaran zêde bû û li gundê Texterevîn jî kesek hat qetilkirin.
BINÇAVKIRIN, ZEXT Û OPERASYON
21’ê Gulanê jî li navenda Agirî artêşa Tirk girt ser malan û 10 ciwanên Kurd ên welatparêz binçav kir.
21’ê Gulanê saet di navbera 11:00 - 12:30’î de li qada di navbera navenda Mêrdînê û Tirba Sultan Şêxmus de artêşa Tirk bi 10 wesayîtên zirxî, 5 helîkopterên Kobra, Jammerek û otobuseke tijî leşker operasyoneke berfireh pêk anî.
Heman rojê danê sibehê li gundên navçeya Çinar a Amedê, navçeya Dêrik û Şemrex artêşa Tirk ji bo gundî deng bidin AKP’ê zext kirine.
Du rojên dawî ne li gundên Sosnit, Kawar, Qada Çopê û Şêxala yên Mûşê artêşa Tirk zextan li gel dike.