Cenazeyên gerîlayên HPG’ê anîn Çewlikê

Cenazeyên 2 gerîlayên HPG’ê yên li bejahiya gundê Înak ê Azarpêrt dema di amadekariyên zivistanê de jiyana xwe ji dest dan anîn Çewlikê.

Cenazeyên 2 gerîlayên HPG’ê yên li bejahiya gundê Înak ê Azarpêrt a Çewlikê dema di amadekariyên zivistanê de jiyana xwe ji dest dan anîn Çewlikê.

Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Hasan Avci (Harûn Kanîreş) û Fehmî Yilmaz (Egîd Kop) ên 10’ê Sibatê li bejahiya gundê Înak ê Azarpêrt a Çewlikê dema di amadekariyên zivistanê de jiyana xwe ji dest dan, piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Gêxî  ji aliyê  girseyeke qerebalix ve hatin wergirtin. Cenazeyên bi konvoyeke qerebalix a wesayîtan ber bi Çewlikê ve hatin rêkirin, di rê de ji aliyê gel ve bi tilîlî û nîşaneyên serketinê ve hatin oxirkirin.

Cenazeyên di ketina Çewlikê de ji aliyê girseyeke qerebalix a namzetên HDP’ê yên Çewlikê Hişyar Ozsoy, Sevgî Oruç û Serhat Gumuş jî di nav de hatin pêşwazîkirin, di nav bajêr de anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê. Cenazeyên gerîlayên HPG’ê bi dirûşma “Şehîd Namirin” girtin nexweşxaneyê.

Sibe cenazeyê gerîlayê HPG’ê Hasan Avci (Harun Kanîreş) wê li gundê Kargapazari yê Kanîreşê, cenazeyê Fehmî Yilmaz (Egîd Kop) li navçeya Gimgim a Mûşê bên defnkirin.