Baroya Amedê: Wê rewabûna hilbijartinê nemîne!

Baroya Amedê daxuyaniyek da û êrîşên li dijî HDP’a Edene û Mersînê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku rewabûna hilbijartinê bi êrîşan tê astengkirin.

Baroya Amedê daxuyaniyek da û  êrîşên li dijî HDP’a Edene û Mersînê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku rewabûna hilbijartinê bi êrîşan tê astengkirin. 

Nerazîbûnên li hemberî êrîşên li dijî avahiyên HDP’ê yên Mersîn û Edeneyê didomin.

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Êrîşên li hemberî HDP’ê pêk hatine, li hemberî azadiyên demokratîk, mafê hilbijartineke adîlan e, îradeya gel û pêşeroja demokratîk a civaka Tirkiyeyê hatiye kirin. Em êrîşan bi îfadeyên herî xurt şermezar dikin.”

BILA BERPIRS BÊN DÎTIN, EWLEHIYA HILBIJARTINÊ BÊ GIRTIN

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em wek Baroya Amedê diyar dikin ku bi êrîşên sîstematîk ên li hemberî HDP’ê pêk tên re, rewabûna hilbijartinê namîne. Em êrîşên li hemberî HDP’ê careke din şermezar dikin û daxwaz dikin ku berpirs demildest bên tespîtkirin, derkevin pêşberî edaletê û ewlehiya hilbijartinê bê girtin.”