3 şervan ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin
Cenazeyên şervana YPJ’ê Xunav Xidir (Agirî Kobanê), şervanê YPG’ê Ebd Henan (Baz Kobanê) û Şemsî Erebo (Hogir Kobanê) ên di berxwedana li rojhilatê Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn spartin axê.

Cenazeyên şervana YPJ’ê Xunav Xidir(Agirî Kobanê), şervanê YPG’ê Ebd Henan(Baz Kobanê) û Şemsî Erebo(Hogir Kobanê) ji aliyê sedan şêniyên Kobanê ji Saziya Malbatên Şehîdan hatin wergirtin. Girseya qelebalix ku alên TEV-DEM, YPG, YPJ’ê û wêneyên şervanan vekir û bê navbera dirûşme berz kir, bi karwaneke ji wesayîtn ber bi goristana Şehîd Dicle a li gundê Termîk ve derxistin rê.
Piştî girseya gel gihîşt rêya li pêşiya goristanê, cenazeyên 3 têkoşeran li ser milan kirin û bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" heta goristanê meşiyan. Li vir merasîm hate lidarxistin.
Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê, li ser navê malbata têkoşer Baz Kobanê xwişka wî û şervana YPJ’ê Belşîn Kobanê axivîn.
Di axaftinan de bal hate kişandin ser berxwedana bêhempa ya şervanên YPG û YPJ’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û soza şopandina rêya têkoşeran hate dayîn.
Piştî axaftinan girseya gel cenazeyên şervanan bi dirûşmeyan spartin axê.