YPG/YPJ'ê li 23 gundan dor li çeteyên DAIŞ'ê girtin

Hêzên YPG/YPJ'ê di çarçoveya "Pêngava Fermandar Rûbar" de li herêma Hesekê, Til Temir û Serêkaniyê, li 23 gundan dor li çeteyên DAIŞ'ê girtin.

Hêzên YPG/YPJ'ê di çarçoveya "Pêngava Fermandar Rûbar" de li herêma Hesekê, Til Temir û Serêkaniyê, li 23 gundan dor li çeteyên DAIŞ'ê girtin.

Li gorî agahiyên nûçeghinên ANHA’ê ji eniyên şer ragihandin, opersyonên şervanên YPG/YPJ’ê yên ji Hesekê, Til Temir û Serêkaniyê di çarçoveya "Pêngava Fermandar Rûbar"  dabûn destpêkirin, di encama şerê şevê din de li gundê Em El-Semîr gihiştin hev. 

Li ser vê yekê hemû rêyên sereke yên herêmê ketine destê şervanên YPG’ê. Hat ragihandin di 23 gundan de çete hatine dorpêçkirin.