28 ciwanên li çiyayê Bêzar hatin qetilkirin bibîr anîn
28 ciwanên di sala 1994'an li Çiyayê Bêzar ji aliyê leşkeran van hatin qetilkirin li cihê lê hatin qetilkirin hatin bîranîn.

28 ciwanên 17'ê Gulana 1994'an li Çiyayê Bêzar ê li ser rêya navçeya Çelîkxanê ya Semsûrê ji aliyê leşkeran ve bi çekên kîmyevî hatin qetilkirin li cihê lê hatin qetilkirin hatin bîranîn. Bîranîn ji aliyê YAKAY-DER'ê ve hate organîzekirin. Parlamenterên HDP'ê Sebahat Tuncel, Mulkiye Bîrtane, Adîl Zozanî, namzetên HDP'ê yên Semsûrê Behçet Yildirim, Ayten Yilmaz, Bîrsen Tunç, MEYA-DER ên Riha û Amedê, Hevşaredarên Komur û Bulam, SEDODER, Kurdî-Der, PSKAD û bi sedan welatî tevlî bîranînê bûn. Di konê li qadê hatî vedan wêneyên gerîlayên PKK'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin û wêneyên ciwanên li Bêzarê jiyana xwe ji dest dan hatin danîn. Di bîranînê de dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Bê serok jiyan nabe" hatin berzkirin.
Serokê YAKAY-DER'ê yê Semsûrê Mahmut Elçî di bîranînê de axivî û wiha got: "Di serî de şehîdên Bêzarê hem hemû şehîdên Gulanê bibîr tînin. Em bejna xwe li hemberî wan ditewînin." Parlamenterê HDP'ê Adîl Zozanî jî axivî û şehîdên Bêzarê û Gulanê bîranîn.
Piştî bîranîna li Çiyayê Bêzarê komek çû Goristana Karapinarê ya 28 ciwan lê hatin definkirin. Li vir komê qurnefîl danîn ser goran.