Kongreya Yekîtiya Oldarên Îslamê bi dawî bû
Yekemîn Kongreya Yekîtiya Oldarên Îslamê ya Kantona Cizîrê bi gelek biryaran bi encam bû.
Yekemîn Kongreya Yekîtiya Oldarên Îslamê ya Kantona Cizîrê bi gelek biryaran bi encam bû.
Yekemîn Kongreya Yekîtiya Oldarên Îslamê ya Kantona Cizîrê bi gelek biryaran bi encam bû.
Yekîtiya Oldarên Îslamê ya Kantona Cizîrê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo yekemîn kongreya xwe li dar xist. Di kongreyê de Serokê Desteya Karûbarên Olî Mihemed El-Qadirî, cîgirê wî Burhan Ebdî, Seroka Desteya Jinan Emîne Umer, Serokê Meclîsa Şêwirmendiyê ya Kantonê Mihemed El-Xerzî, endamên Yekîtiya Oldaran a Kantonê û zanyarên olî amade bûn.
Piştî ku di kongreyê de axaftin hatin kirin, gelek mijarên wekî “Pêwîstiya lidarxistina kongreyeke Îslama demokratîk, mafên jinan, avakirina komîteyeke hevbeş di navbera ol û baweriyên herêmê de” hatin gotûbêjkirin.
Piştre ji bo ji nû ve avakirina Meclîsa Şêwermendiyê deriyê namzetiyê hate vekirin û di encamê de ji 23 endaman 14 endam ji wan 2 jin bûn hatin hilbijartin. Di dawiyê de Mehemed El-Xerezî dîsa wekî serokê Meclîsê hate hilbijartin.
Di dawiya kongreyê de gelek biryar hatin girtin. Hin ji van biryaran ev in:
1- Ji bo xurtkirina jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên herêmê de, lidarxistina Kongreya Îslamiya Demokratîk pêwîst e.
2- Tundiya li dijî jinan û binpêkirina mafên jinan neyên qebûlkirin. Qedexekirina zewaca di temênê biçûk de parastina jinan were dîtin li gorî gotina pêxember Hz. Mihemed : “Jin wekî mêran in, kes wan naparêze ji bilî mêrxwazan û kes mafên wan binpê nake ji bilî edxeman.”
3- Ji bo çespandina aştiya navxweyî û belavkirina hezkirinê di navbera hemû pêkhateyên herêmê de, pêwîstî bi avakirina komîteyeke hevbeş di navbera olên herêmê de heye.
4- Pêwîstî bi avakirina saxiyên olî li hundir û derveyî herêmê heye.
Piştî Kongre bi dawî bû oldarên beşdarî Kongreyê bibûn berê xwe dan Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo û fatîhe li ser ruhê şehîdan de xwendin.
Li vir Serokê Desteya Karûbarên Olî Mihemed El-Qadirî û Serokê Meclîsa Şêwirmendiyê Mihemed El-Xerezî der barê rola sereke ya şervanên YPG’ê û YPJ’ê di parastina destketî û saziyên gel de axivî û rola têkoşerên canê xwe fedayî avakirina neteweya demokratîk kirine bibîr anîn.