Operasyon, bombebaran, kemîn û tevgera hewayî

Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a bi armanca ku hêzên gerîlayan bikişînin nava pevçûnan, bê navber didomin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê  diyar kir ku operasyon, bombebaran, kemîn û tevgera hewayî ya artêşa Tirk bê navber didome.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de cih da van agahiyan:

“12’ê Gulanê saet di navbera 18:30 - 19:00’an de li herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medya, saet di navbera 20.00-21.00’ê de li herêmên Adilbeg û Govendê ya li xeta sînor a herêma Avaşîn e, saet di navbera 23.00-00.00’an de li ser herêma Metîna, tevgera balafirên şer ên artêşa TC a dagirker hatiye jiyîn. Her wiha 13’ê Gulanê saet di navbera 00.00-05.00’an de li Metîna, 12’ê îlonê saet di 22.00 û 13’ê Gulanê saet di navbera 04.00’an de li ser xeta herêma Heftanînê û Deriyê Dawetiyê pêgerên hewayî yên bê mirov xebatên keşfê kirine.

12’ê Gulanê saet di 11.00’an de li gundê Reşanê ya navçeya Licê ya Amedê bi beşdarbûna gelek wesayîtên zirxî, artêşa Tirk operasyon daye destpêkirin. Piştî ku artêşa Tirk hewl da bikeve herêmên gerîlayan, hêzên me yên gerîlayan bi armanca hişyariyê gule barandin. Li ser vê yekê operasyon heman rojê saet di 12.30’an de bê encam vekişiya.

12’ê Gulanê saet di 11.00-22.00’an de li gundê Şîrnan a Çewlîkê û herêma Sancak artêşa T.C bi wesayîtên zirxî kemîn danîne û li herêmê xebatên danîna kemînan didome.

10’ê Gulanê artêşa Tirk li dijî herêmên Xelfelî, Horgov û Çiyayê Zorê yên girêdayî Îdirê bi topan bombebaran pêk aniye. Her wiha li navenda Îdirê tevgera helîkopteran ên Skorsky hatiye dîtin.”