Li 4 navendan çalakiyên 'edalet û ronahiyê'

Li bajarê Fransa Strasboûrgê, li bajarê Hollanda Amsterdamê, li bajarê Elmanya Munchen û Dusseldorfê çalakiyên 'edalet û ronahiyê' hatin lidarxistin.

Li bajarê Fransa Strasboûrgê, li bajarê Hollanda Amsterdamê, li bajarê Elmanya Munchen û Dusseldorfê çalakiyên 'edalet û ronahiyê' hatin lidarxistin. Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn mîna her Çarşemê duh jî ji bo ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, çalakî lidar xistin.

STRASBOÛRG

Li bajarê Fransa Strasboûrgê çalakiya 'edalet û ronahiyê' li ber avahiya Walîtiya Strasboûrgê pêk hat. Di çalakiyê de wêneyên Ferînaz Xosrewanî ya dema hewl dida ji tecawizkariya endamên îstîsbarata Îranê rizgar bibe jiyana xwe ji dest da, 3 jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê hatin qetikirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat hilgirtin, pankarta bi nivîsa "Bêdengiya we ji ber hevkariya we ye" hat vekirin.

Di belavoka li çalakiyê hat xwendin de hat destnîşankirin ku Kurd dixwazin ev cînayet tavilê were ronîkirin û hêzên li pişt wê bên ronîkirin. Di çalakiya ku belavok jî lê hatin belavkirin de bi navber dirûşmên "Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne", "Em hemû PKK'yî ne" hatin qîrîn.

AMSTERDAM

Li paytexta Hollanda Amsterdamê jî, bi pêşengiya Komeleya Jinê ya Rojbîn li Meydana Damê çalakiya 'em edaletê' dixwazin ev sê hefte ne bi awayekî dorveger tê lidarxistin. Di çalakiya ku hat xwestin kiryar werin diyarkirin de broşurên li ser jiyana Cansiz, Dogan û Şaylemez ên bi zimanê Holandî û Îngilîzî hatin belavkirin.

MUNCHEN

Li bajarê Elmanya Munchenê bi armanca ronîkirina komkujiya li Parîsê li ber Konsolosiya Fransayê çaalkiya "Bêdengiya we ji ber hevkariya we ye" hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hilgirtin û belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin. Di axaftinên li çalakiya ku YXK Munchen û Kurdistanî lê amade bûn de hat ragihandin ku di ser komkujiyê re 2 sal derbas bûne û dewamiya bêdengiya dewleta Fransayê nîşan dide ku ew jî di nava vî sûcî heye. Di çalakiyê de êrîşa hêzên dewleta Îranê ya li hemberî Ferînaz Xosrewanî jî hat şermezarkirin.

DUSSELDORF

Li bajarê Elmanya Dusseldorfê jî çalakiya 'edalet û ronahiyê' hat lidarxistin. Di çalakiya ku Kurdistaniyên ji Koln û Dusseldorfê beşdar bûn de wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hilgirtin. Di axaftinên li çalakiyê de hat xwestin ku komkujiya li Parîsê tavilê were ronîkirin.

...