Maşîna zirxî pê li kesekî kir

Li Bedlîsê, maşîneke zirxî ya polîsan pê li welatiyê bi navê Talat Ûçar kir û ji cihê bûyerê reviya.

Li navenda Bedlîsê, maşîna zirxî ya polîsan li ber buroya hilbijartinê ya HDP'ê pê li welatiyê bi navê Talat Ûçar (55) kir. Ûçar ê di binê maşînê de ma bi giranî birîndar bû. Maşîna zirxî ya polîsan jî bi lez û bez ji cihê bûyerê reviya.

Gel nerazîbûn nîşanî reva polîsan da û li ser vê yekê tîmên polîsan ên taybet ên rûpêçandî hatin cihê bûyer. Tîmên ku ji nişka ve ketin navenda sûkê, bi çekan gule li hewayê reşandin.

Ûçar ê giran birîndar bû, di nava vê aloziya polîsan derxistî de li ambûlansê hat siwarkirin û ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê.