Pêşmergeyê 38 salan li eniya YPG'ê ya Hesekê şer dike

Peşmergeyê 38 salan Hêjar Mahabadî yê ji Rojhilat, li Rojava li gel hêzên YPG/YPJ'ê şer dike. Mahabadî got, "Ev çeteya faşîzan ji aliyê dijminên Kurdan ve ji kujer û dizan hatiye avakirin."

Peşmergeyê 38 salan Hêjar Mahabadî yê ji Rojhilat, li Rojava li gel hêzên YPG/YPJ'ê şer dike. Mahabadî got, "Ev çeteya faşîzan ji aliyê dijminên Kurdan ve ji kujer û dizan hatiye avakirin."

Navê wî Hêjar Mahabadî ye, 57 salî ye, bavê 3 keçan e. Di nava Partî Demokratî Kurdistan Îran (PDK-Î) a Dr. Abdûrrahman Qasimlo de 38 salan pêşmergetî kir, dûre li Başûrê Kurdistaniyê jiya. Hejar Mahabadî diyar kir ku piştî Qasimlo jiyana xwe ji dest da, tevgera ew di nav de bû gav bi gav ji armancên xwe dûr ket û dest ji lêgerîna azadiyê berda.

Tevî hemû israrên keçên wî yên çûn Ewropayê Mahabadî got, "Pirsgirêka me ya Kurdistan û azadiyê dewam dike" û xaka Kurdistanê neterikand, sînorên sûnî yên dijminan derbas kir û lêgerîna xwe ya li azadiyê dewam kir.

Mahabadî ku piştî kuştina lîderê PDK-Î Dr. Abdûrrahman Qamilo bi komployekê hêviya xwe winda nekir, diyar kir ku dema hat çiyayê Qendîlê gerîlayên PKK'ê nas kiriye û ji hingî ve bi gerîla re di nava têkiliyê de ye. Hêjar Mahabadî got, 'Me' weke PDK-Î di warê îdeolojîk û exlaqî de winda kirin û destnîşan kir ku PKK û hêzên HPG'ê yên li ser felsefeya Ocalan dimeşin, ji ber ku ji aliyê îdeolojîk û exlaqî ve xurt in wê bi ser bikevin.

Hejar Mahabadî bi zehmetiyeke mezin beha gerîlayên HPG û şervanên YPG'ê yên li Cezaa û Şengalê li cem wî şehîd ketin kir û got, "Min li pişt şehîdan xemgîn dibin. Hevalekî ji Rojhilat hebû şehîd ket. Heta du rojan min nekarî tiştekî bikim. Min mirovekî gelekî giranbuha yê weke Genco nas kir."

'DIJMIN LI DIJÎ AX Û AZADIYA GELÊ KURD E'

Hêjar Mahabadî ku serpêhatiya xwe ya azadiyê ya berî 38 salan li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Mahabadê destpê kir niha di nava refên YPG'ê de li eniya Hesekê û Til Temirê dewam dike anî ziman ku dijminên gelê Kurd hevpar in, lewma Kurd jî divê yek bin. Pêşmergeyê 38 salan ragihand ku divê Kurd li dora Kongreya Neteweyî bicivin û destnîşan kir ku mijar ne pere ye, mijar Kurd û Kurdistan e.

Hêjar Mahabadî da zanîn ku bi kombûna hêzên Kurd li dora Kongreya Neteweyî re rewşa parçebûyî dikare bidawî bibe û got, "Divê hêzên Kurdistanî bên cem hev, bibin yek. Naxwe nikare azadiya xwe bi dest bixin. Hesabên partiyê, parçebûyîn bi tenê bi kêrî dijmin tê. Pêşketinên li Kurdistanê gelekî baş dibînim. Eger em bibin yek, em dikarin hîn bêhtir bi pêş bikevin."

LI CEZAA, ŞENGAL Û NIHA JÎ LI ROJAVA ŞER DIKE

Pêşmerge Hêjar Mahabadî da xuyakirin ku dema çeteyan êrîşî Şengalê kirin, ji bo vekirina korîdorê ew di nava hêzên li cem fermandarê YPG'ê Genco yê ji Başûrê Kurdistanê amade bû. Hêjar Mahabadî dûre çû Şengalê, li çiyayên Şegnalê sê mehan di nava HPG û şervanên YPG'ê de li dijî çeteyan şer kir. Hêjar anî ziman ku wî tecrûbeya xwe ya şer jî bi şervanan re parve kir û topa hawanê jî di nav de çekên giran dikare bikar bîne.

Hêjmar Mahabadî bi ji bo fermandarê YPG'ê Genco yê ji Başûrê Kurdistanê dibêje, "Şehîd Genco fedaî, wêrek û mirovekî bi gel û axa xwe re dilsoz bû. Ji şer neditirsiya. Bi hêz û bi qîmet bû. Şehadeta wî em xemgîn kir."

Hêjar Mahabadî da zanîn ku wê di xeta YPG û YPJ'ê ya li ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekîtî, serketin û pêşeroja gelan dîtiye lewma tevlî nav arefên YPG'ê bûye û got, "Eger HPG û YPG'ê dest li Şengalê wernedabûna, Êzidî wê bihatina qirkirin." Mahabadî diyar kir ku ya ku bi hezaran pêşmergeyên PDK'ê li Şengalê nekirin, 6 gerîlayên di destpêkê de xwe gihandin çiyayê Şengalê kirin û anî ziman ku gerîlayan nehiştin çete derkevin serê çiyê û bi vî rengî pêşî li komkujiyeke mezintir girtin.

Pêşmergeyê 38 salan Mahabadî anî ziman ku YPG her eçnd hêzeke nû be jî fedaî ye û dibe xwedî tecrûbe û diyar kir ku ew gelekî pê serbilind e ji ber ku di nava operasyona YPG'ê ya ji bo derxistina çeteyan ji herêmê cih digire.

Mahabadî da xuyakirin ku hêzên navneteweyî yên lêgerînên azadiyê yên gelê Kurd terorîze dikin, di avabûna cinawirên weke DAIŞ û Saddam de berpirsyar in û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Niha Erdogan jî, rejîma Îranê jî dibêjin 'Ez Misilman im'. Lê belê Kurdan qetil dikin û kes dengê xwe li hember dernaxîne. Pêwîste mirovên pêşverû guhê xwe li êrîşên li hemberî Kurdan negirin. Eger wê behsa mafên mirovan, demokrasî û azadiyê were kirin, divê der heqê vê de hişyar bin. Pêwîste gelê Kurd nekin qurbanê têkiliyên berjewendiyan.

Bila Kurd li hemberî van hêzan bibin yek, li ber xwe bidin. Rejîma Îranê hewl dide bi darvekirinan hemû daxwazên însanî û azadiyê yên Kurdan tine bike. Ya ku li bajarê Mahabadê rû da, teqîna azadiyê, rûdana raperînekê ye. Îran nikare ti carî Kurdan çavtirsandî bike. Gel li her derê azadiyê dixwaz, dibe yek û bi ser dikeve. Ji bo pûçkirina tevahiya polîtîkayên qirêj ên dijmin, di serî de ciwanên Kurd pêwîste her kes rabe ser piyan, yên dikarin şer bikin li nava refên YPG'ê, yên nikarin li vir şer bikin bila li nava HPG û hêzên berxwedanê yên Rojhilat de cih bigirin. Em çiqasî hêza xwe ya cewherî xurt bikin, ewqasî jî em ê bi ser bikevin û azadiya xwe ewle bikin."

...