Cenazeyê şervanê YPG’ê Merîç anîn Pirsûsê

Cenazeyê şervanê YPG'ê Ozgur Merîç (Azad Serhet) ku di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da anîn Pirsûsê.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Ozgur Merîç (Azad Serhet) ku di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da anîn Pirsûsê.

Şervanê YPG'ê Ozgur Merîç (Azad Serhet) ê 9'ê Gulanê di şerê li gundê Qil Heydê ya Kobanê de jiyana xwe ji dest da. Rêveberên Kantona Kobanê cenazeyê Merîç anîn di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê radestî malbat û rêveberên MEYA-DER'ê kir. Cenazeyê Merîç birin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.

Piştî otopsiyê cenazeyê Merîç  wê ji bo definkirinê ber bi Giyadîna Agiriyê ve were rêkirin.