Li Kopê 2 kes hatin girtin
Li Mûşê Hevseroka HDP'ê yê Rêxistina Bajarokê Neynîkê Farûk Balikçi û welatiyê bi navê Neşat Yakin hatin girtin.
Li Mûşê Hevseroka HDP'ê yê Rêxistina Bajarokê Neynîkê Farûk Balikçi û welatiyê bi navê Neşat Yakin hatin girtin.
Li Mûşê Hevseroka HDP'ê yê Rêxistina Bajarokê Neynîkê Farûk Balikçi û welatiyê bi navê Neşat Yakin bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "alîkariya ji bo rêxistinê" ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Balikçi û Yakin ku pêr êvarê li ser rêya bejahî ya Kop-Mûşê di wesayîtê de hatin binçavkirin, li dû kar û barên li Midûriyeta Emniyetê ya Kopê, sewqî edliyeyê hatin kirin.
Piştî ku Dozgeriya Komarê îfade wergirt, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "alîkariya ji bo rêxistinê" xwest bên girtin û bi vê armancê sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê kirin. Balikçi û Yakin hatin girtin û li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê hatin bicihkirin.