BI DÎMEN

YPG’ê gund û bajarokek din rizgar kir

Hêzên YPG’ê gundê Şemlan ê Hesekê û bajaroka Dilxan a nêziki gundê Hewşa Nasir ê Aliya ya Serêkaniyê ji çeteyan rizgar kirin.

Hêzên YPG’ê gundê Şemlan ê Hesekê û bajaroka Dilxan a nêziki gundê Hewşa Nasir ê Aliya ya Serêkaniyê ji çeteyan rizgar kirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, YPG’ê li herêma Hesekê Gundê Şemlan ji çeteyan rizgar kirin. Li herêma Aliya jî hêzên YPG’ê gundê Hewşa Nasir û mezreya Dilxan ku 2 kîlometrî bakurê Aliya ya Serêkaniyê dikevin ji çeteyan rizgar kirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku çeteyan di seatên şevê de êrîşî gundê Emero ku ji aliye hêzên me ve hatibû rizgarkirin, kirin. Li ser bersivdayîna şervanên YPG’ê şer û pevçûnên dijwar heta heta sate 02.00’yê şevê bênavber kirin. Hate gotin li vir hejmarek çete hatin kuştin cenazeyên 2 çeteyan ketin destê şervanên YPG’ê.