Li Şemzînanê tevgera leşkerî ya artêşa Tirk zêde dibe
Gerîlayên HPG'ê bi hesasiyeteke mezin nêzî pîvanên agirbestê dibin. Lê belê artêşa Tirk bi bi provokasyonên weke mewziyên nû, qereqol û bendavan re hewl dide pêvajoyê têk bibe.

Tevî ku gerîlayên HPG'ê bi berpirsyariya dîrokî di pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin de tevdigerin, hikûmeta AKP'ê û artêşa Tirk di çarçoveya hesabên hilbijartinê de bi lîstik û taktîkên pêvajoyê provoke dikin, nêz dibin.
Operasyonên artêşa Tirk û êrîşên li dijî qadên gerîla, mînakên ber bi çav ên êrîş û provokasyonên hikûmeta AKP'ê ne.
Di demên dawî de artêşa Tirk li nuqteyên girîng û li ser girên stratejîk mewziyên nû çêdike. Li navçeya Colemêrg Şemzînanê û li xeta sînor a Avaşînê ku Qereqola Girana lê ye û derdora wê, artêşa Tirk mewziyan çêdike û leşkeran vediguhezîne herêmê.
Ji bo ewlekariya qereqola Girana, li ser girekî serdest ê li sêgoşeya Mêrge-Govendê-Girê Xwedê, artêşa Tirk lez da xebatên xwe yên ji bo çêkirina mewziya nû. Artêşa Tirk li quntarên Mergê jî yekîneyên leşkerî bicih kir û ji bo dorê li xwe fireh bike, veguhastina leşkerî zêde kir.