Rejîma Îranê li Bonnê hat şermezarkirin

Ciwanên Kurd li bajarê Elmanya Bonnê Ferînaz Xosrewanî bibîr anîn û rejîma Îranê ya ji mirina wê bepirsyar e şermerzar kirin.

Ciwanên Azad li bajarê Elmanya Bnnê, ji bo Ferînaz Xosrewanî ya li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Mahabadê ji bo xwe ji tecawiza endamên îstîxbarata Îranê rizgar bike dawî li jiyana xwe anî, çalakiyek lidar xistin.

Di çalakiya li kolana herî qelebalix ê bajêr Bonn Bahnhofê de, êrîşên li çar parçeyên Kurdistanê jî hatin şermezarkirin.

Ciwanan, êrîşên dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê û êrîşên li hemberî HDP'ê protesto kirin.

...