'Heta ev gel hebe wê têkoşîna wî dewam bike'
Cenazeyê şervanê YPG'ê Gokhan Yalçin (Serxwebûn Amed) bi merasîmeke bi beşdariya bi hezaran kesî ber bi rêwîtiya bê dawî ve hat oxirkirin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Gokhan Yalçin (Serxwebûn Amed) bi merasîmeke bi beşdariya bi hezaran kesî ber bi rêwîtiya bê dawî ve hat oxirkirin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Gokhan Yalçin (Serxwebûn Amed) bi merasîmeke bi beşdariya bi hezaran kesî ber bi rêwîtiya bê dawî ve hat oxirkirin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Gokhan Yalçin (Serxwebûn Amed) ê ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da şevê din anîn Amedê. Ji ber mitînga Serokwezîr Ahmet Davûtoglû karê otopsiyê yê Yalçin 4 seatan dereng hat kirin. Piştî karê otopsiyê cenazeyê Yalçin ber bi Amedê ve hat şandin. Cenazeyê Yalçin, piştî wecîbeyên olî yên li Mizgefta Yenîkoyê bi ala kesk, sor û zer hate pêçandin û ji aliyê girseyê ve bi meşê ber bi goristanê ve hat birin. Di meşê de dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana Kobanê" hatin berzkirin û alên KCK û wêneyên Yalçin hatin hilgirtin.
Dayika şervanê YPG'ê Yalçin Nezîha Yalçin li ser gora kurê got: "Mêşên tên ser gorê biqewirînin birîna kurê min heye bila nedanîn ser. Rabe karê te nîvco ma. Wê bîrîna te rehet bibe, berê xwe bidinê rêhevalên te li cem te ne." Axaftina dayikê bû sedema demên hestiyar. Dayika Yalçin Nezîha Yalçin dîsa got ew bi rûmet û serbilind e û wiha got: "Xwîna şehîdan li erdê namîne. Kurê min şehîdê Kurdistanê ye. Erdogan êdî bila dilê te jî bişewite." Piştre cenazeyê şervanê YPG'ê bi tîlîliyan û dirûşmeyan hate definkirin.
Piştî karên definkirinê bavê Yalçin Veysî Yalçin spasiyên xwe li hemû kesên tevlî merasîma cenaze bûn kir û got: "Tenê kurê min na. Gelê me yê çar parçeyê Kurdistanê ji bo azadiyê têkoşîn kir. Çavê kurê min vekirî neman Kobanê azad bû. Heta gel hebe wê têkoşîna wî bidome. Ez ê her tim di rêya kurê xwe de bimeşim. Rêhevalên wî çeka wî li erdê nahêlin."
Serdanên sersaziyê yên ji bo malbata Yalçin wê li Mala Şînê ya Pasuriyan bên qebûlkirin.