Rejîma Îranê li Munsterê hat lanetkirin
Li Munsterê bi qasî 300 kesên ji bo Ferînaz Xosrewanî civiyan, rejîma Îranê protesto kirin.
Li Munsterê bi qasî 300 kesên ji bo Ferînaz Xosrewanî civiyan, rejîma Îranê protesto kirin.
Li bajarê Elmanya Munsterê, ji bo Ferînaz Xosrewanî ya ji bo ji tecawiza endamên îstîxbarata rejîma Îranê rizgar bibe dawî li jiyana xwe anî, meşek hat lidarxistin.
Ji bo meşa bi pêşengiya ciwanên Azad hat lidarxistin, girseya gel li ber stasyona trenê ya Munsterê civiya û ji vir dest bi meşê kir. Meşa ku bi qasî 300 kes lê amade bûn, di kolanên herî qelebalix ên bajêr de dewam kir.
Girseya gel di meşê de bi sedan belavok belav kir û dûre li ber Mala Aştiyê mîtîngek lidar xist. Li ser navê ciwanan Şîlan Akbaş daxuyanî da çapemeniyê û rejîma Îranê lanet kir.
'KURD ÊDÎ XWEDÎ HÊZA HESABPIRSÎNÊ YE'
Li ser navê Civaka Azad Tahîr Koçer peyivî û got, "Ferînaz Xosrewanî rûmeta me hemûyan e. Ji bo em xwedî li rûmeta wê derkevin û hesap ji rejîma Îranê ya teokratîk bipirsin û lanet bikin, em li vir in. Gelê Kurd êdî ne ew gelê berê ye. Gelê Kurd xwedî wê hêz û qudretê ye ku hesap ji yên dest dirêjî nirxên wê dike, bipirse."