KURDISTAN
Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî bernama 12’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê eşkere kirin. Wê 10 rojan li Sûka Serî ya Şengalê çalakiyên bîranînan bên lidarxistin.
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Hemû Nûçe
-
-
-
Dêrsim li benda Demîrtaş e
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, wê îro li Dêrsimê be. Ji bo pêşwazîkirina Demîrtaş bi hezaran kes danê sibehê çûn ber Pira Seyîtlî û li benda hatina Demîrtaş in.
-
-
Axîn Êzîdxan: Jin azad nebe civak azad nabe
Dîrok her tim mîrateya xwe ji xwe re venaşêre, carna bi gerdûnê re parve dike. Ji ber ku jiyan parvekirin e. Hemû çîrokên jiyanê jî parçeyek ji mîrateya dîrok bi me re parve dike ye. Çîroka rûkena Şengalê Axîn jî yek ji van e.
-
Li Wanê ciwanek hat girtin
Li Wanê ji 2 ciwanên ku di encama serdagirtina malan de hatibûn binçavkirin Mazlum Abî (19) bi hinceta "Endamê rêxistinê ye" hat girtin.
-
Di sûcên propagandayê de biryarên bi emsal
Nazan Dîkîcî ya 27 salî ku li Amedê dijî, di sala 2008’an de bi armanca balê bikişîne ser rewşa tenduristiya Ocalan û bi hinceta beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bûye û ala PKK’ê hildaye, doz lê hat vekirin.
-
-
-
Nasnameya 12 şervanan hat aşkerakirin
Nasnameyên 12 şervanên YPG û YPJ’ê yên 30’ê Nîsanê li gundên Til Cedayl û Til Feyda yên Til Temir di pevçûnên li hember çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dabûn, hatin aşkerakirin.
-
-
-
-
-
-
-
-
-
Li Şengalê akademiyeke leşkerî û îdeolojîk: Derwêşê Evdî
Civata Êzidî ya ku piştî komkujiya 3'ê Tebaxa 2014'an a çeteyên DAIŞ'ê anî serê wan li quntarên Çiyayê Şengalê dijî, rêxistinbûyîna xwe xurt dike. Êzidî bi Akademiya Derwêşê Evdî re perwedeya leşkerî û îdeolojîk werdigirin.
-
-
-
Li Nisêbînê 3 kes hatin girtin
Pêla binçavkirin û girtinê ya beriya hilbijartinê dewam dike. Tevî Guneş Sûsan a 8 meh in ducanî ye 3 kesên li Nisêbînê hatin binçavkirin, hatin girtin.
-
'Xwestin felsefeya Rêbertiyê vala derxînin'
Gerîlayên HPG û YJA Starê, êrîşa bombeyî ya di 6'ê Gulana 1996'an de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, nirxandin. Gerîlayan gotin, "Pêwîste hemû komplo bi berxwedaneke mezin werin pêşwazîkirin."
-
DAIŞ bi topên hawanê êrîşî taxên Hesekê kir
Çeteyên DAIŞ'ê danê sibehê bi topên hawanê êrîşî taxên Kurdan ên li bajarê Hesekê kirin. Hat ragihandin ku 7 top li taxan ketine, lê der barê encama êrîşê de agahî nehat bidestxistin.
-
‘Raketina li mirinê û Kurdên Rojava’
Pirtûka rojnamevan-nivîskar Ekrem Sûnar a li ser şahidiyên wî yên li rûniştinên doza bingehîn a PKK'ê ya li Dadgehên Leşkerî ya Rewşa Awarte ku piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'î hatin dîtin, wê li Amedê bigihêje ber destê xwendevanan.